Meclîsa Jinan a DBP’ê biryara rêxistinbûna giştî ragihand

Meclîsa Jinan a DBP’ê encamnameya civîna xwe ya li Amedê ragihand. Di danezanê de hate xwestin, tecrîda li ser Ocalana demildest were rakirin, biryara rêxistinbûna giştî hate ragihandin.

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), encamnameya civîna 18’ê Kanûnê ya li Amedê îro ji raya giştî re hişkere kir.

QIRKIRINA SIYASÎ

Di daxuyaniyê de li ser qirkirina siyasî hate gotin ev nêzî salekê ye ku li ser partiya wan DBP’ê operasyonên qirkirina siyasî hene û bi van operasyonan hewl tê dayin ku partiya nikare sazkar be, şaredariyên partiya wan a ku bi vîna gel hatî hilbijartina hatiye desteserkirin, hevşaredar bi awayekî dijhiqûqî hatine girtin û ji peywirê hatine kirin.

Bi berdewamî hate gotin AKP’ê hewldana darbeyê kiriye hincet, êrîş aniye ser Kurdistanê û wiha pê de çû; ‘’Darbeya pêşî 7’ê Hezîranê, bi naskirina encamên hilbijartinê, nasnekirina vîna gel pêk hatiye û darbe li vîna gel û siyaseta demokratîk hatiye kirin.’’

TECRÎDA LI SER OCALAN

Di daxuyaniyê de li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate gotin: ‘’Tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan ku hikûmeta AKP’ê dike, ne çareserî ye, neçareseriyê bi xwe re tîne. Tirkiye ku vegere ser maseya muzakereyê ya Birêz Ocalan, vegere li projeya çareseriyê dikare ji vê kaosê xilas bibe. Ji bo demokrasiya gelan, azadiyan gelan divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin."

‘RÊXISTÛNBÛNA GIŞTÎ’

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin di vê pêvajoya derasayî de li Kurdistanê û Tirkiyê jinên ku li dijî êrîşa li ser jinê helwestê nîşan didin, ên ku ji bo siberoja civakê têdikoşin û li dijî polîtîkayên dijdemokratîk tevdigerin, ji hişmendiya zilamserweriya dewletî re  bûne hedef. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

‘’Bi taybetî  êrîş û nêzîktêdayinên li ser sîstema Hevseroktiyê û wekheviyê ku deskeftiyên jinên Kurd in, hatine nirxandin û biryara rêxistinbûyina giştî hate nîşandan. Meclîsa Jinan a DPB’ê, biryar daye ku di pêvajoya pêş me de, weke ku di tûzeka wê de heye, bi rengê meclîsan wê li bajar, navçe û li navenda xwe, biryar daye ku xwe berfire bike û bi rêxistin bibe.’’

BANGA LI JINAN

Herî dawî di daxuyaniyê de hate gotin ku polîtîkayên şer ên dewletê, êrîşên bi ser jinan de girantir kirine û êrîş hatine rewakirin û bi berdewamî, ‘’Tê xwestin ku jinan di malê de asê bikin. Ji bo vê jî em bang li hemû jinan dikin ku ji bo heqên xwe bi dest ve bînin, di nav têkoşînê de bin.’’