Ji bo Pelîvan a li Berlînê hate qetilkirin merasîmek hate lidarxistin

Jina Kurd a bi navê Yeter Pelîvan ku li Berlînê ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin, hat veşartin.

Li paytexta Elmanyayê Berlînê jina Kurd a bi navê Yeter Pelîvan ku 5 zarokên wê hebûn, ji aliyê hevjînê xwe Mehmet Emîn Pelîvan ve bi şêweyekî hovane hate qetilkirin. Cenazeyê Pelîvan di saet 10:00’an de piştî nimêja li mizgefta li Colombiadammê hate kirin û şûn de ji bo definkirinê ber bi gundê Qosar ê li Rihayê ve hat birêkirin.

Di merasîma cenaze de li gel Meclîsa Jinan a DEST DAN û Rêveberên Meclîsa Gel a NAV-DEM’ê jî girseyek qelebalix cih girt. Di merasîmê de wêneyên Yeter Pelîvan hatin rakirin.

Cenaze, bi ala Tevgera Jina Kurd TJK-E’yê ve hate pêçan û li ser milê jinan bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” ve hate hilgirtin.

Di tevahiya merasîmê de tundiya zilam û qetilkirina jinan hate protestokirin.