SKB: Sakîne, Fîdan, Leyla... em ê şopdarên vê dozê bin!
SKB: Agahî û kasetên di nava vê demê de derketin holê, îspat kirin ku komkujî ji aliyê MÎT'ê ve hatiye organîzekirin.
SKB: Agahî û kasetên di nava vê demê de derketin holê, îspat kirin ku komkujî ji aliyê MÎT'ê ve hatiye organîzekirin.
Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) li ser mirina kujerê komkujiya Parîsê Omer Guney daxuyaniyek da û got, "Tevî ku di meha Gulanê ya 2015'an de lêpirsîn hate qedandin jî, doz nedihat vekirin. Di encama zexta çalakiyên me de, biryar hat dayîn ku di Kanûna 2016'an de pêk were. Ev nêzîkatî nîşan dide bê edalet û dadgeriya Fransayê xizmetê ji kê re dike."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, mirina tetîkkêş Omer Guney ji raya giştî re hatiye ragihandin û hat gotin, bi mirina Omer Guney re tê xwestin, vê dozê bixin nava rewşeke nediyar. Daxuyaniya SKB'ê wiha dewam kir: "Di nava çar salên nediyar de, me tevî jinên Kurd çalakiyên edaletê lidar xistin û em bûn şopdarên vê têkoşînê. Tevî ku di meha Gulanê ya 2015'an de lêpirsîn hate qedandin jî, doz nedihat vekirin. Di encama zexta çalakiyên me de, biryar hat dayîn ku di Kanûna 2016'an de pêk were. Ev nêzîkatî nîşan dide bê edalet û dadgeriya Fransayê xizmetê ji kê re dike. Em ji destpêkê ve dibêjin ev komkujî bi agahdariya dewleta Fransayê di encama bazariyên qirêj ên bi dewleta Tirk re hatiye kirin. heman hevkariya qirêj di rêvebirina dozê û bendemayîna li mirina Omer Guney, careke din derket pêşiya me.
Halbûkî agahî û kasetên di nava vê demê de derketin holê, îspat kirin ku komkujî ji aliyê MÎT'ê ve hatiye organîzekirin. Rewşa tenduristiyê ya tetîkkêşê komkujiyê Omer Guney, ku çend roj berî destpêkirina rûniştina dadgehê bi rengekî gumanbar mir, ji aliyê rayedarên Fransayê ve dihat zanîn. Ji ber ku gelek caran hewl hat dayîn darizandin bê taloqkirin, fikar zêde kir ku li benda mirina Guney man.
Weke SKB a li Fransayê, mîna duh em ê di qonaxa heyî de, ji bo derxistina hêzên li pişt Omer Guney û bi cih hatina eladetê, têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bazariyên qirêj teşhîr bikin û li dijî hêzên rola xwe di komkujiyê de hene, têkoşîna xwe dewam bikin."