1. Konferansa Jinê ya PYD'ê dest pê kir
1. Konferansa Jinê ya PYD'ê li Swîsreyê dest pê kir. Nûnera PYD'ê ya Jinê Zozan Dêrik di destpêka konferansê de axivî.
1. Konferansa Jinê ya PYD'ê li Swîsreyê dest pê kir. Nûnera PYD'ê ya Jinê Zozan Dêrik di destpêka konferansê de axivî.
1. Konferansa Jinê ya PYD'ê li Swîsreyê dest pê kir. Konferans bi beşdariya 100 delegeyî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk tê. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, dîwan hate hilbijartin û rojev hat diyarkirin.
Nûnera Jinê ya PYD'ê Zozan Dêrik di destpêka konferansê de axivî û diyar kir, li Rojhilata Navîn Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime. Dêrik da xuyakirin, ku navenda vî şerî Rojava ye û encama wê jî wê li Rojava diyar bibe. Zozan Dêrik anî ziman, bi rewşa dawî ya li Helebê re şer gihîştiye qonaxeke cuda, polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê hilweşiya ye û çeteyên DAIŞ û El Nûsra yên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê têk çûne. Dêrik got, lihevkirinên hatine kirin jî bêencam man e.
Nûnera Jinê ya PYD'ê wiha dewam kir: "Li Rojava, li Sûriyeyê hevsengiyên nû yên cîhanê diyar dibin. Serdest an jî bindest wê encama vî şerî diyar bikin? Rewşa heyî, nîşan dide ku xeta sêyemîn yanî hevgirtina demokratîk a gelan serketî ye. Bi mantelîteya neteweya demokratîk, bersiv ji nexweşiyên weke neteweperestî û olperestî yên gelên Rojhilata Navîn jehrî dikin, hat dayîn. Yekane tişta ku Rojhilata Navîn rizgar bike, têkoşîna hevpar a lid ijî neteweperestî, olperestî û zayendîperestî ye. Xerca vê têkoşînê jî têkoşîna jinê ye. Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye. Ji bo hemû jinên li Rojhilata Navîn tine hatine hesibandin, li ser navê hemû jinên cîhanê têkoşîneke azadî û nasnameyê ye. Lewma Rojava di heman demê de tê wateya têkoşîna azadiya gelan a di şexsê jinan de tê dayîn. Li Reqayê jî navê kolekirina jinê hatiye danîn. Niha bi pêşengiya jinan operasyona rizgarkirina Reqayê tê meşandin. Ev yek di heman demê de operasyona azadiya jinê ye li dijî zîhniyeta serdest a mêr. Li dijî kolekirina jinên Êzidî tevgera tolhildanê ye. Lewma Rojava tê wateya em hemû."
Li ser navê Komîteya Rojava ya Swîsreyê û saziyên jinan ên Femînîst Sûssane Schafer li konferansê axivî û diyar kir, ew destekê didin şoreşa Rojava û ji ber ku di nava komîteya piştgiriyê de cih digire, kêfxweş e. Schafer da zanîn, ew hêzê ji têkoşîna jinê digire û weke femînîsteke Swîsreyî têkoşîna jinê ya li Rojava tê meşandin, ji xwe re mînak dibîne.
Piştî xwendina nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, delegeyan demeke dirêj dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriyan. Dûre li ser navê Kongreya Star û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê axaftin hate kirin. Piştre nirxandina xebatê û rojeva rêxistinî dest pê kir.