Li Marsîlyayê çalakiya edaletê
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin kuştin, çalakiya bi daxwaza edaletê hate lidarxistin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin kuştin, çalakiya bi daxwaza edaletê hate lidarxistin.
Çalakî li ser banga Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê hate lidarxistin. Çalakiya li ber Walîtiya Marsîlyayê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ve hate organîzekirin. Çalakgeran li vê derê standa agahdarkirinê vekirin, dowîz hildan û gelek belavok belav kirin.
Di çalakiyê de daxwaza eşkerekirina kiryarên komkujiyê hate kirin.