Li Kolombiyayê zewaca bi temenê biçûk hat qedexekirin
Kolombiyayê pêşnûmeya qanûnê ya bi sernavê, “Ew keç in, ne hevser” ku zewaca kesên di bin 18 saliyê de qedexe dike, erê kir.
Kolombiyayê pêşnûmeya qanûnê ya bi sernavê, “Ew keç in, ne hevser” ku zewaca kesên di bin 18 saliyê de qedexe dike, erê kir.
Parlamenterên Kolombiyayê pêşnûmeya qanûnê ku bi armanca jiholêrakirina zewacên bi temenê biçûk li Amerîkaya Başûr hatibû pêşniyarkirin, erê kir.
Kolombiya bi vî rengî di nav 12 welatên Amerîkaya Latîn û Karayipan de cih girt ku zewaca di bin 18 saliyê de bi temamî qedexe dike. Qanûna medenî ya 137 salî destûr dida ku kesên di bin 18 saliyê de bi destûra dê û bavê xwe bizewicin.
Li welat rêjeya zewaca zarokên keç sê qatê zewaca tevahiya zarokan e. Ev yek bi taybet li gundan an jî di nav civakên xwecih û di xizaniyê de dijîn zêdetir bû. Zewacên wiha bi piranî di navbera keçên malbata wan xizan û mêrên extiyar ên dewlemend de pêk dihatin.
Komên mafan ji bo dawîlêanîna vê rewşê ev 17 sal in kampanyayan bi rê ve dibin, lê muxalefetê bi hinceta parastina kevneşopiyê û mafên dê û bavan pêşnûma red kir. Her wiha zêdetirî 100 nûnerên civakên xwecihî yên li welêt li dijî vê pêşnûmeyê rabûn.