Li Berlînê çalakiya edaletê: Heta ronî nebe wê çalakiyên me bidomin
Li Berlînê çalakiya edaletê ya Çarşemê weke her hefteyê vê hefteyê jî dewam kir.
Li Berlînê çalakiya edaletê ya Çarşemê weke her hefteyê vê hefteyê jî dewam kir.
Li paytexta Elmanya Berlînê, çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, didome.
Çalakiya edaletê, li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransa ya li Parîzer Platzê nêzî saetekê dewam kir. Komek jin beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de belavoka saziya jinan a CENÎ hate xwendin û êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ku li Berlînê li dijî welatiyên sivîl hate kirin jî bi tundî hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de her wiha fikarên têkildarî mirina kujer Omer Guney jî hate ziman û peyam hat dayîn ku bi mirina Guney ve ev doz nayê paşguhkirin û wê dewam bike. Jinan diyar kir ku heta qetlîama Parîs a ku êrîşeke ji aliyê dewletan ve hatiye organîzekirin ronî bibe wê çalakiyên xwe weke her hefteyê li pêşiya avahiya Sefîrxaneya Fransayê bidomînin.
Her wiha di çalakiyê de gelek belavokên têkildarî qetlîamê jî hatin belavkirin.