Destdirêjî û destavêtin li Elmanyayê hatin şermezarkirin

Destdirêj û destavêtina li jinan, ku li Elmanyayê zêde dibin, hatin şermezarkirin.

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, destavêtin û destdirêjiya li jinan, ku di dema dawî de li gelek herêmên vî welatî rû didin, hatin şermezarkirin.

Çalakî bi pêşengiya jinên ANTÎFA pêk hat û tevî jinên ji Meclîsa Jinê ya Nûda gelek kes tevlî bûn. Jinan dan xuyakirin, ku êdî xetere bûye jin danê êvarê derkevin derve û gotin, wan bi taybetî çalakiya xwe danê êvarê lidar xistin.

Jinan ji Agûstînerplatzê dest bi meşê kirin, hatin navenda bajêr û li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê jin li nava bajêr geriyan û çalakiya xwe qedandin.