Zexta li girtiyan a li Girtîgeha Yenîşehîrê zêde dibe

Li Girtîgeha Tîpa K-1 a Yenîşehîr a Bûrsayê, tehde li girtiyan tê kirin ku 'nasnameya terorê' bi sînga xwe ve bikin. Rêveberiya girtîgehê qîma xwe bi vê jî nanî û niha zextê li girtiyan dike, ku beriya dîtina parêzeran, goreya xwe ji pê bikin.

Li Girtîgeha Tîpa K-1 Yenîşehîr a Bûrsayê, zextên li girtiyên jin tên kirin roj bi roj zêde dibin.

Li gorî agahiyên ji xizmên girtiyan hatin girtin, rêveberiya girtîgehê vê carê jî zextê li girtiyan dike ku goreya xwe ji pê bikin.

Beriya dîtina parêzeran, zext li girtiyan hate kirin ku goreya xwe ji pê bikin. Girtiyên jin li ber vê yekê rabûn û bi armanca şermezarkirina vê pêkanînê pêlav jî nexistin piyê xwe.

Li vê girtîgehê, li qewîşa ji 12 kesî, 14 kes tên girtin û ji ber ku renza lê nîne, girtî ji neçarî li erdê radizên. Girtiyên jin xwestin li ser vê mijarê bi midûrê girtîgehê re baxivin, lê hê daxwaza wan a hevdîtinê nehatiye qebûlkirin.

Di meha Mijdarê de, beriya hevdîtinê zext li girtiyan hatibû kirin ku qerta "girtî/hikumxwara terorê ye" bi sînga xwe ve bikin.