JIN
Hemû Nûçe
-
Li Bremenê jineke ducanî ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin
Li Bremenê, kesê bi navê Cevdet Keleş, hevsera xwe ya bi 9 mehan ducanî, ku dixwest wî berde, serê wê eciqand û kuşt. -
Nobedarên vê hefteyê endamên TJK-E ne
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan, ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve tê meşandin. -
Jineke Êzidî ya ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe
Yek ji jinên ku li Şengalê ferman dît, Zehra Silêman Şengalî ye. Zehra niha yek ji rêveberên Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) ye. Ji bo jinên Êzidî careke din neyên kuştin, ji bo ti carî weke koleyan neyên firotin têdikoşe. -
Polîsên Tirk personelên jin ên Şaredariyê tacîz dikin
Polîsên Tirk, personelên jin ên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tacîz dikin. Karkerên jin li dijî vê zext û zordariya polîsan ev bang kirin; "Pêşî li tacîza polîsan bigirin, polîsan ji şaredariyê derxînin." -
Komuna Jinê ya Ûlmê kongreya xwe pêk anî
Komuna Jinê ya li bajarê Ûlm ê Elmanyayê, kongreya xwe pêk anî. -
Jinên Kurd ên li Danîmarkayê ji bo sala nû resepsiyon dan
Meclîsa Jinên Kurd Danîmarkayê-Sêvê, ji bo sala nû resepsiyonek da. -
Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê kongreya xwe ya 9. bi beşdariya 80 kesî pêk anî. Nûnerên AGÎF, KOMAW, SKB, Yaşanacak Dunya, HDK, TEV-ÇAND'ê jî beşdarî kongreyê bûn û piştgirî dan. -
Polîsan gef li Derya Okatan xwarin: Ez ê te li vir daleqînim
Amîrekî Şûbeya Midûriyeta Sûcên Organîze ya Midûriyeta Emniyeta Stenbolê gef li Midûra Berpirs a ETHA’yê Derya Okatan xwar, ku ev 22 roj in li binê çavan di greva birçîbûnê de ye. Navborî ji Okatan re got, ‘’Ez ê te li vir daleqînim’’ -
Rêxistina Jinan a PYD'ê ya Swêdê kongreya xwe ya 1. pêk anî
Rêxistina Jinan a PYD'ê ya Swêdê, 1. kongreya xwe bi dirûşma "Bi pêşengtiya jina azad wê neteweya demokratîk ava bibe" pêk anî. -
Cansiz, Dogan û Şaylemez li Dresdenê hatin bibîranîn
Meclîsa Jinê Uta ya li bajarê Dresden ê Elmanyayê, şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezn ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin kuştin, bibîr anî. -
'Ez ê tola Rojhat hilînim'
Gerîlaya YJA Starê Ezda Rojhat got, "Di nava sîstemê de min dixwend. Ya rast, piştî ku tevlî nava refên PKK'ê bûm min fêhm kir bê bi rêya dibistanên sîstemê, polîtîkayeke çawa ya asîmîlasyonê tê meşandin." -
'Çîroka min çîroka jinên Rojhilat e'
Gerîlaya YJA Starê Dîcle Rojhilat got, "Ji bo jinan, her cihê lê ne, her dema di nav de dijî divê bibin qada têkoşîna azadiyê û berxwedanê." -
Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê jiyana girtiyan ne ewle ye
Li Girtîgeha Gebzeyê, tê gotin girtiyên siyasî li hucreyên kesên nîjadperest û rastgir hatine bicihkirin û jiyana girtiyên siyasî ne ewle ye. -
'Têkoşîna min wê heta azadiya hemû jinan bidome'
Di ser fermana Şengalê re du sal derbas bûn. Şopên wê hê teze ne. Gelek ciwanên Êzidî yên ji komkujiyê rizgar bûn tevlî nava refên PKK'ê bûn. Yek ji wan jî Sorgul Botan e. -
'Xeta me ya berxwedanê û jiyana azad e'
Gerîlayên YJA Starê, di salvegera çaremîn de komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an nirxandin. -
Komkujiya Parîsê li Heîlbronnê hate şermezarkirin
Bi armanca şermezarkirina Komkujiya Parîsê, ku şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lê hatin kuştin, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê mîtîngek hate lidarxistin. -
Ji bo jinên Kurd û şoreşger bang
Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger got, “Em bi azadkirina xwe azadiya Rêbertiyê pêk bînin. Wek jinên ciwan, ji bilî xelekên koletiyê ti tiştî ku em ji dest bidin nîne.” -
Sê jinên şoreşger li Kanada û Elmanyayê hatin bibîranîn
Sê jinên şoreşger Sakîne, Fîdan, Leyla ku 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin kuştin, têne bibîranîn. Li Kanada û Elmanyayê çalakiyên bi vê armancê hatin lidarxistin. -
Du jinên li Danîmarkayê alîkariya tibî dişînin Rojava
Du jinên Kurd ên li Danîmarkayê, ku yek jê doktor e û ya din jî hemşîre, ji bo cîhazên tibî bigihînin nexweşxaneyên li Rojavayê Kurdistanê ketin nava tevgerê. -
Komkujiya Parîsê li gelek bajaran hate şermezarkirin
Ji bo şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. -
'Em ê li ser şopa Şehîd Sara bimeşin'
Gerîlayên YJA Starê li ser komkujiya Parîsê axivîn û gotin, "Em ê li ser şopa Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bimeşin." -
Li Strasboûrgê çalakiya bêdeng, li Dûîsbûrgê jî aktivîteya bîranînê
Li bajarê Strsboûrg ê Fransayê ji bo 3 jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetlkirin, çalakiyeke bêdeng hate lidarxistin, li bajarê Dîûsbûrg ê Elmanyayê jî aktivîteya bîranînê hate lidarxistin. -
Li Yewnanîstanê şermezariya Komkujiya Parîsê
Li paytext Atînayê Kurdistanî û dostên wan, jinên ku li Parîsê hatibûn kuştin, bi bîr anîn. -
3 jinên Kurd li ber Buroya Enformansyona Kurdistanê hatin bibîranîn
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 3 jinên şoreşger ên Kurd in û 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li ber Buroya Enformasyona Kurdistanê hatin bibîranîn. -
HDP: Em ê bibin Sakîne û Sêvê, xwe bi berxwedanê bixemilînin!
Jinên HDP’ê, di salvgera qetilkirina jinên şoreşger ên Kurd ên li Silopya û Parîsê, daxuyaniye nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin; ‘’Em ê rê nedin van komkujiyan ku dixwazin pêşengiya jinê bişkînin û jinê pasîf bikin’’