Li Strasboûrgê çalakiya bêdeng, li Dûîsbûrgê jî aktivîteya bîranînê

Li bajarê Strsboûrg ê Fransayê ji bo 3 jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetlkirin, çalakiyeke bêdeng hate lidarxistin, li bajarê Dîûsbûrg ê Elmanyayê jî aktivîteya bîranînê hate lidarxistin.

 

STRASBOÛRG

Bi dehan kesên ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li Place Kleber a navenda bajêr kom bûn, qetlîam û nêzîkatiyên dewleta Fransa protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku pankarat wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez li ser û bi nivîsa 'Bêdengiya we tê wateya hevkariyê' daleqandin, piştî deqeyek rêzgirtinê çalakiyek bêdeng li dar xist. Bi dehan kesên ku wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hilgirtibûn tevî hewaya sar jî xelek çêkirin û qetlîam prostesto kirin.

LI DÛÎSBÛRGÊ AKTIVÎTEYA BÎRANÎNÊ

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji aliyê Însyatîfa Jinên Kurd ên Dûîsbûrg ve, bi boneya 4'emîn salvegera qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger aktivîteyek a bîranînê li dar xistin.

Di aktîvîteyê de ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.

Di aktivîteya bîranînê de li ser navê TJK-E'yê Medya Botan axivî û wiha got: "Tevgera Jina Kurd bi saya pêşengên mîna hevala Sara, Rojbîn û Ronahî ber bi azadiyê ve dimeşin. Qetilkirina her 3 jinên şoreşger a li paytexta Fransa Parîsê ne bûyereke ji rêzê ye. Ji ronîkirina vê bûyerê hikûmeta Fransa berpirsyare. Nederxistina carekê jî ya Omer Guney a dadgehê, di serê mirovan de rê li ber pirsên bi goman vedike. Gelê Kurd û bi taybet Têkoşîna Jina Kurd vê qetlîamê ji bîr nake û şopdarê qetlîamê bin heta ku hêzên li pişt qetlîamê diyar dibin."

Di aktivîteyê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîd û Nebediyan (KOMAW) Şîlan Firat axaftin kir.

Di dawiya bîranînê de li ser têkoşîn û jiyana Sakîne Cansiz sînevîzyona ku hatibû amadekirin hate pîşandan û di vê demê de kêliyên pir hestyar derketin holê.

Piştî sînevîzyonê bîranîn bi dirûşma 'Şehîd namirin' ve bi dawî bû.