BI DÎMEN

Nobedarên vê hefteyê endamên TJK-E ne

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan, ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve tê meşandin.

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê dest pê kir, di hefteya 239. de ye.

Endamên TJK-E yên ji Hollandayê hatin Şohret, Tosûn, Gulbahar Gîncî, Humeyra Yildirim û Xanim Şahîn nobedê didomînin.

Endamên TJK-E roja Yekşemê nobed dewr girtin û tevî sermayê jî ji danê sibehê heta êvarê ji bo Ocalan nobedê digirin.

Berdevka Komê Humeyra Yildirim, li ser çalakiya xwe ya nobedê ku ketiya sala 5'an axivî û got, "Kurd newestiyan, wê newestin. Hê jî her kes bi rengekî hevgirtî li ber xwe didin. Her kes ji bo azadiya Serok li vir e."

Yildirim bal kişand ser bandora çalakiya nobedê û anî ziman, rayedarên Ewropî vê çalakiya me ya di nava zivistanê de jî tê lidarxistin, bi rêzdarî pêşwazî kirine.

Nobeda 'Ji Ocalan re Azad'ı ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bi rengekî bê navber hefteyê 7 rojan tê girtin.