Li Yewnanîstanê şermezariya Komkujiya Parîsê

Li paytext Atînayê Kurdistanî û dostên wan, jinên ku li Parîsê hatibûn kuştin, bi bîr anîn.

Li Atîna a Yewnanîstanê, bi banga Komuna Jin a Lavrîonê ji bo jinên şoreşger ên Kurd ên ku li Parîsê hatibûn kuştin, hatin cem hev.

Kurdistanî û dostên wan li Meydana Omonîa hatin cem hev, dowîzên ku bi mebesta şermezarkirina dewleta Tirk hildan, her wiha wêneyên Sakîne, Fîdan, Leyla û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û ber bi Balyozxaneya Fransa a Atînayê ve meşiyan.

Girseyê pankarta “Em edeletê dixwazin” vekirin û bi dema meşê de tim dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Fransa ya durû”, “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Girseyê li ber balyozxaneyê daxuyanî da, xwest ku dewleta Fransa hêzên li pişt komkujiyê derxîne holê.

Di çalakiyê de peyaman hate dayin, ‘heta ku dadmendî bi cih were têkoşîna me wê bidome” û çalakî bi dirûşm û sirûdan bi dawî bû.