Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê kongreya xwe ya 9. bi beşdariya 80 kesî pêk anî. Nûnerên AGÎF, KOMAW, SKB, Yaşanacak Dunya, HDK, TEV-ÇAND'ê jî beşdarî kongreyê bûn û piştgirî dan.
Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê kongreya xwe ya 9. bi beşdariya 80 kesî pêk anî. Nûnerên AGÎF, KOMAW, SKB, Yaşanacak Dunya, HDK, TEV-ÇAND'ê jî beşdarî kongreyê bûn û piştgirî dan.
Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê û xwendina sirûda Ey Reqîp ji aliyê Koroya Jinan a Meclîsê ve, dest pê kir. Dûre dîwan hate hilbijartin û rojeva kongreyê hat destnîşankirin.
Di destpêkê de rojeva siyasî hat nirxandin. Piştre rapora karê salekê hat xwendin û komîsyonên meclîsê yek bi yek hatin nirxandin.
Di kongreyê de komîsyonên Têkiliya bi Gel re, Rojava, Malbatên Şehîdan û Dayikên Aştiyê, Têkiliyên Derve, Civakî, Çandî, Maf û Edalet, KEJAR, Bawerî û Perwerdeyê hatin avakirin. Meclîsek ji 52 kesî hate hilbijartin. Berdevkiya meclîsê jî wê ji aliyê sê kesan ve bê kirin û rêveberî ji 11 kesan pêk were.
Delegeyên ji bo meclîsê û komîsyonan hatin hilbijartin, li hizûra kongreyê soz dan ku ew ê li ser şopa Sara û Sêvêyan bimeşin.
Kongre bi stranên Koroya Zarokan û Koroya Jinan qediya.