Li Bremenê jineke ducanî ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin

Li Bremenê, kesê bi navê Cevdet Keleş, hevsera xwe ya bi 9 mehan ducanî, ku dixwest wî berde, serê wê eciqand û kuşt.

Li gorî nûçeyan Yenî Ozgur Polîtîka, Cevdet Keleş ê ji Erzîromê yê li semta Vegesack a bajarê Bremen ê Elmanyayê dimîne, hevsera xwe ya 40 salî ya ji Mêrdînê bi rengekî hovane kuşt.

Keleş, serê hevsera xwe ya dixwest jê cihê bibe eciqand û kuşti. Keleş hat binçavkirin. Serdozger Frank Passade lêpirsîna bûyerê dike da xuyakirin, ku Keleş li sûcê xwe mikur hatiye û gotiye, bi tuxle çend caran li serê hevsera xwe ya bi 9 mehan ducanî xistiye û ew kuştiye.

Tevî jina ku navê wê nehat eşkerekirin, pitika di zikê wê de jî jiyana xwe ji dest da.

ÇÛBÛ EŞYAYÊN XWE BIBE

Li gorî agahiyan, êrîş di 15'ê Çileyê roja Yekşemê de li mala malbata Keleş pêk hat. Cîranên ku dengê qîrîn û hawarê ji malê bihîstin, gilî kirin û li ser vê yekê polîs û ambûlans hatin cihê bûyerê. Tevî hewldana ekîbên tenduristiyê, jina ducanî û pitika di zikê wê de li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.

Jina ducanî, ku ji ber pirsgirêkên bi hevserê xwe re çend roj berê ji malê derket û çû cem birayê xwe, dixwest ji hevserê xwe cihê bibe û roja êrîşê jî ji bo hilanîna eşyayên xwe çûbû malê.

Hat hînbûn, cenazeyê jina ji Mêrdînê wê di rojên pêş de ber bi Mêrdînê ve were şandin.