AGÎF: Li dijî tecrîd û şer di 16’ê Mijdarê de li Kolnê werin ba hev!

AGÎF ji bo mîtînga 16'ê Mijdarê ya li Kolnê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û polîtîkayên şer bê lidarxistin banga beşdarbûnê li her kesî kir.

MEŞA KOLNÊ

Federasyona Karkerên Penaber ên Elmanyayê (AGÎF) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku ji sala 1999'an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye bi salan e tecrîda girankirî tê meşandin. Desthilata faşîst a AKP’ê tecrîdê li hemû girtîgehan belav kiriye û armanc dike ku bi tecrîdê girtiyên siyasî teslîm bigire. Di serdegirtina koguşan de pêwistiyên jiyanî yê girtiyan desteser dike, nameyan nadin girtiyan û bi destserkirina mafê telefon û hevdîtinê dixwaze têkiliya wan bi derve re qut bike.”
AGÎF'ê bang li her kesî kir ku beşdarî mîtînga mezin a 16'ê Mijdarê roja Şemiyê ya li Kolnê ya bi şiyara 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bê lidarxistin, bibin.