'Ez ê tola Rojhat hilînim'

Gerîlaya YJA Starê Ezda Rojhat got, "Di nava sîstemê de min dixwend. Ya rast, piştî ku tevlî nava refên PKK'ê bûm min fêhm kir bê bi rêya dibistanên sîstemê, polîtîkayeke çawa ya asîmîlasyonê tê meşandin."

Ezda Rojhat ku ji bo hilanîna tola gerîlayekî HPG'ê yê bi navê Rojhat ji Colemêrgê tevlî nava refên PKK'ê bû, jiyana xwe ya bi PKK'ê re guherî ji ANF'ê re vegot.

Ezda Rojhat li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik dibe. Ew û malbata wê bi salan zexta faşîzan a dewleta Tirk dibînin. Zext, înkar û hovîtiya li gelê Kurd tê kirin, piştî wextekê dibe sedem ku Rojhilat dest bi lêpirsînê bike. Gerîlaya YJA Starê Ezda Rojhat dibêje, "Di nava rewşeke ku êrîşên li dijî gelê Kurd zêde dibûn, nedibû ez li malê rûnêm." Rojhat niha li nava refên gerîla ji ber meşa xwe ya ber bi jiyaneke nû ve, kêfxweş e.

'DI WÊ KÊLIYÊ DE MIN SOZ DA'

Gerîlayê HPG'ê Rojhat li pêş çavên Ezda jiyana xwe ji dest da û vê yekê gelî tesîr li Ezda kir. Ezda bi bandora vê yekê tevlî nava refên gerîla bû. Ezda anî ziman, ji zarokatiya xwe ve wê gerîla nas dikir, bi gerîla re mezin bû û qala roja ku wê biryar da tevlî nava refên gerîla bibe kir: "Hevalê Rojhat bandoreke cuda li min kiribû. Rêbaza wî ya jiyanê, têkoşîn û dilsoziya wî gelekî bandor li min dikir. Ez nêzî wê kêliyê bûm, ku ew şehîd bû. Hevalê Rojhat dema dixwaze çalakiyê bike, dijmin pê dihese. Êvarek bû. Dijmin guleyan li hevalê Rojhat direşîne. Tevî ku sê fîşek li bedena wî ket jî, demeke dirêj neket erdê. Ew kêlî ket ji ber çavên min naçin. Dijmin nehişt heta nîvê şevê kesek nêzî cenaze nebe. Hemû tîmên taybet, polîs û leşkeran dor lê girtibûn. Gef li gel dihat xwarin. Digotin, kî xwe nêzî cenaze bike, ew ê wan bikujin. Min bi çavên xwe dît bê dijmin hovîtiyeke çawa li cenaze kir. Di wê kêliyê de ewçend bi hêrs bûm, min hingî soz da xwe ku ez ê tola hevalên Rojhat hilînim. Ne tenê ez, gelek ciwanên ew kêlî dîtin biryar dan tevlî bibin. Dibe ku me di wê kêliyê de nekarî bersivê bidin dijmin, lê belê me soz dan ku em ê li çiyayên azad heta kêliya dawî li dijî dijmin şer bikin. Ji ber vê yekê ji aliyê wijdan ve rehet im. Xwîna hevalê Rojhat wê li erdê nemîne."

'JIYANA PKK'Ê MIROVAN JI NÛ VE DAFIRÎNE'

Gerîla Ezda Rojhat jiyana xwe ya li nava sîstemê nirxand û li ser guhertina ku PKK'ê di nava jiyana wê de kir wiha axivî: "Di nava sîstemê de min dixwend. Ya rast, piştî ku tevlî nava refên PKK'ê bûm min fêhm kir bê bi rêya dibistanên sîstemê, polîtîkayeke çawa ya asîmîlasyonê tê meşandin. Ez hînî ewqas tişan bûm, lê di nava wan de ne Kurd, ne jî Kurdistanê hebû. Ji ber ku perwerdeya dihat dayîn, li ser bingeha înkarê bû. Ev demeke ez li nava refên PKK'ê me. Dema li xwe vedigerim û li rewşa xwe dinêrim, dibînim ku gelek tişt hatine guhertin. Beriya her tiştî dikarim bêjim ku ji aliyê bîrdozî ve nûbûnekê dijîm. Em tevlî gelek perwerdeyan dibin. Perwerdeyên ku em dibînin, di çarçoveya hurmeta li hemû gelan, hevparî û yekîtiya çand û ziman in. Wekî din tevlî perwerdeya li ser çand û dîroka xwe bûm. Sîstemeke perwerdeyê heye ku sîstema kapîtalîst bi rengekî herî kûr lêpirsîn dike. Ji her tiştî girîngtir, weke jinekê li vir bûm xwedî îrade û hêzê. Min hêza jinê li vê derê nas kir. Dema li malê bûm, birayê min, bavê min çawa dixwest, ez li gorî vê yekê tevdigeriyam. Li nava partiyê jiyaneke komunal heye. Jiyana PKK'ê mirovan ji nû ve dafirîne. Bi kurt û kurmancî ev jiyan ji bo min ji nû ve vejîne."

'EZ Ê LI SER ŞOPA SARA BIM'

Ezda Rojhat da xuyakirin, ku bi bandora şehîdan ew tevlî nava refên gerîla bû û got, "Ez xwe gelekî bi şens dibînim ji ber ku tevlî nava jiyana PKK'ê bûme. Dibe ku bibûma ciwanek li nava sîstemê heliya ye. Dixwazim ciwan hemû bibin xwedî vê şensê. Min sozek da şehîdên me. Bi taybetî min soz da Şehîd Sara (Sakîne Cansiz); ez ê ti carî ji rêya PKK'ê venegerim û her tim li ser şopa wan bim."