Jinên Kurd ên li Danîmarkayê ji bo sala nû resepsiyon dan
Meclîsa Jinên Kurd Danîmarkayê-Sêvê, ji bo sala nû resepsiyonek da.
Meclîsa Jinên Kurd Danîmarkayê-Sêvê, ji bo sala nû resepsiyonek da.
Meclîsa Jinên Kurd Danîmarkayê-Sêvê, ji bo sala nû li bajarê Rodovre yê Danîmarkayê li Sînema Atalas resepsiyonek da.
Di resepsiyonê de belgesela li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz hat nîşandan. Gelek Danîmarkî jî tevlî resepsiyonê bûn.
Di resepsiyonê de Hozan Mizgîn stranên xwe pêşkêş kir. Her wiha nivîskar û helbestvanê Danîmarkî Tommy Flûgt jî helbesta xwe ya li ser Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez xwend.
Hevseroka Meclîsa Jinê ya Sêvê Zaxe Dogan jî got, "Di sala nû de em ê li ser xeta berxwedanê ya Sara û Sêvêyan têkoşîna xwe mezin bikin. Sala 2017'an wê bibe saleke me ku bi berxwedanê bi ser bikevin."