Komuna Jinê ya Ûlmê kongreya xwe pêk anî

Komuna Jinê ya li bajarê Ûlm ê Elmanyayê, kongreya xwe pêk anî.

Kongre bi beşdariya 40 delegeyî, bi dirûşma "Hebûna Serok xwebûna me ye" hate lidarxistin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê, dîwana kongreyê hat hilbijartin.

Delegeyan piştre dest bi nirxandina rojeva siyasî kirin û piştre komîsyon hatin diyarkirin.

Di kongreyê de komîsyonên; Têkiliyên bi Gel re, PYD, Jin, Aştî û Lihevkirin, Têkiliyên Derve, Civakî, Çandî û Bawerî hatin avakirin.

Di kongreyê de Meclîsa Komunê ya ji 24 kesî hate hilbijartin û ji bo berdevkiya komunê jî 3 kes hatin diyarkirin.

Jinan di dawiya kongreyê de gotin, "Rêya Sakîneyan rêya me ye" û dan xuyakirin, ku ew ê bidin ser şopa wan.