BI DÎMEN

3 jinên Kurd li ber Buroya Enformansyona Kurdistanê hatin bibîranîn

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 3 jinên şoreşger ên Kurd in û 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li ber Buroya Enformasyona Kurdistanê hatin bibîranîn.

Sê jinên Kurd ên şoreşger li Parîsê li cihê ku hatine qetilkirin hatin bibîranîn.

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 3 jinên şoreşger ên Kurd in û 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li ber Buroya Enformasyona Kurdistanê hatin bibîranîn.

Di meşê de ji bo li ber Buroya Enformasyona Kurdistanê bê danîn, li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, PAJK, TJK-E, SKB, KCDK-E, CDK-F, Ciwanên Azad, FEDA û CÎK’ê çelenk hatin rakirin.

Li ber Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Gar de Nordê, deqeyek rêz hate girtin, dûvre li ser navê Tevgera Jina Kurd a Fransa Zozan Serhat, li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst Esra Demîr û Hevseroka CDK-F Cemîle Renklîçay axivîn. Di axaftinan de wiha hat gotin, “em dizanin li pey Qetlîama Parîsê Tirkiye û hêzên tarî yên emperyalîst hene. Ji bo ev doz bê ronîkirin em ê ji her demê zêdetir bi israr bin û dîsa her rojên Çarşemê li vir bin.”

ŞAREDARIYA PARÎSÊ: EM Ê NAVÊN WAN LI CADE Û QADÊ BIKIN

Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin a Parîsê Hélėne Bidard bi kurtahî axivî û got; “Heta hêzên li pey vê qetlîamê bê ronîkirin em li gel we bin. Wek Şaredariya Parîsê, em li ser projeya cadeyek û qadeke dixebitin ku navê her 3 jinên Kurd ên hatî qetilkirin lê bikin. Deriyên Parîsê wê her tim heta dawiyê ji bo we vekirî be.”

Her wiha di merasîmê de li ser navê Femmes Solîdarîte Salmon, Serokê MRAP Le Mîgnot û nûnerê Solîdarîte Femînîst ê Kobanê ev peyam hatin dayîn; “Em her li pey Qetlîama Parîsê bin. Dewleta Fransayê xwedî berpirsiyarî ye ku vê qetlîamê ronî bike. Sakîne Cansiz sembola têkoşîna Jina Kurd e, jinên Kurd di her qadê bo têkoşîn û helwestên xwe ji bo me dibin mînak.”

BAV ŞAYLEMEZ SPASÎ KIR

Bavê Leyla Şaylemez Cumalî Şaylemez jî ev gotin; “Ez spasiya jinan û Kurdan dikin ku ji roja qetlîamê ve her roj li her deverên Ewropayê çalakî li dar xistine. Heta em bijîn em ê dest ji vê dozê bernedin.”