Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê jiyana girtiyan ne ewle ye

Li Girtîgeha Gebzeyê, tê gotin girtiyên siyasî li hucreyên kesên nîjadperest û rastgir hatine bicihkirin û jiyana girtiyên siyasî ne ewle ye.

Selvî Kalen hikumxwareke siyasî ye, ku cezayê girtina heta bi hetayê lê hatiye birîn û ev 22 sal in girtî ye. Kalen ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê nameyek şand û diyar kir, girtiyên siyasî li hucreyên kesên nîjadperest û rastgir hatine bicihkirin û jiyana girtiyên siyasî ne ewle ye.

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê, mafên girtiyan di asteke giran de tên binpêkirin. Girtiyên siyasî li qewîşên mehkûmên faşîst û edlî tên bicihkirin û zext li wan tê kirin ku li vir bijîn. Girtî dixwazin sewqa wan çêbibe, lê ev daxwaza wan nayê qebûlkirin. Rêveberiya girtîgehê bersiveke ne erênî ne jî neyînî nade daxwaznameyan.

Li vê girtîgehê, girtî di nava 4 rojan de 3 qewîşan diguherînin. Ji ber nêma li hucreyan, girtî bi zorê hilmê digirin. Girtî dibêjin, jiyana wan di nava van şert û mercan de ne ewle ye. Girtiyên siyasî li hucreyên kesên ku dikarin zerarê bidin wan û xwe, tên bicihkirin.

Kalen diyar kir, ku ji bo bê sewqkirin wê daxwazname nivîsandiye lê bersiv jê re hê nehatiye. Kalen di nameya xwe de qala rewşa li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dike:

"Em dîsa qewîşê diguherînin. Me ji wir davêjin wê derê. Li qewîşên ji şeş kesan, 8-10 kes hatine bicihkirin. Li cihekî ku rûtûbeteke giran lê ye û bêhna kufikê jê tê, em hatine bicihkirin. Em neçar tên hiştin ku bi mirovên li dijî xwe bijîn. Biz anebûn min dibin cihê ku mirovên nîjadperest-rastgir lê ne. Nizanim bê çiqasî karibim li vir sebir bikim. Li cihekî ku mirovên dikarin zerarê bidin xwe û bidin yên li hemberî xwe, têm girtin. Ev mirov dermanên herî giran ên antî depresan bi kar tînin. Bi îdîaya ku 'cih nîne' çi mafê wan heye ku min bixin cihekî pirsgirêkan ku ewlekariya min nîne? Ez dibêjim min ji vê derê sirgûn bikin, wê jî nakin. Ji bilî sewqê ti şensê nadin."

"Min birin qewîşeke din. Di roja 2. de du kesên ku qet wan nas nakim anîn cem min. di malbata yek ji van de 'şehîd' heye. Haya îdareyê ji vê heye û ew şandiye cem min. Vê jinê yekser ji min re got, 'bi zanebûn ez şandin, dixwazin pirsgirêk di navbera me de derkeve'. Min jê re got, 'weke miroveke ku haya wê ji vê heye, tu çi difikire?' Wê jî got, 'ez ê nekevim vê xefikê'. Îro vê dibêje, lê ne diyar e bê sibê çi bike. Tiştên ku di nava çar mehên dawî de anîn serê min, ne tenduristî, ne moral, ne jî enerjî bi min re hiştin.

Bi hêviya rojên xwe, bi hêviya parvekirina bedewiyan, bi silav û hurmetên xwe."