Polîsan gef li Derya Okatan xwarin: Ez ê te li vir daleqînim

Amîrekî Şûbeya Midûriyeta Sûcên Organîze ya Midûriyeta Emniyeta Stenbolê gef li Midûra Berpirs a ETHA’yê Derya Okatan xwar, ku ev 22 roj in li binê çavan di greva birçîbûnê de ye. Navborî ji Okatan re got, ‘’Ez ê te li vir daleqînim’’

Parêzerê ji Bûroya Hiqûqê ya Çewisandiyan Sezîn Uçar têkildarî Midûra Berpirs a ETHA’yê ku ev 22 rojan di bin çav de ye û ketiye girêva birçîbûnê got, ‘’100 kesê ku di bin çav de ne anîne heman deverê. Sibehê dema di dora tiwaletê de miwekîla min Okutan ji amîrê polîsan re gotiye, ‘’hûn deriyê tiwaletên din jî vekin wê baş bibe’’ Polîs jî li şûna vê pêşniyara rast qebûl bike gotiye,’’koxuşa we cizakirî ye, herî dawî hûn ê derkevin’’ Miwekîla min Okatan jî gotiye,’’bi rastî jî cizayekî pir giran e’’ û piştî vê jî amîrê polîs gotiye, ‘’ez ê te li vir daleqînim, bixeniqînim, bikujim’’ û gef li Derya xwariye. Her wiha gotiye, ‘’ez ê guh bidim terorîstekê?’’ û sixêfên zayendî lê kirine.

Parêzer Uçar diyar kir ku ew êgilhê amirê polîsan bikin.