'Çîroka min çîroka jinên Rojhilat e'
Gerîlaya YJA Starê Dîcle Rojhilat got, "Ji bo jinan, her cihê lê ne, her dema di nav de dijî divê bibin qada têkoşîna azadiyê û berxwedanê."
Gerîlaya YJA Starê Dîcle Rojhilat got, "Ji bo jinan, her cihê lê ne, her dema di nav de dijî divê bibin qada têkoşîna azadiyê û berxwedanê."
Dîcle Rojhilat di sala 1989'an de li bajarê Kotol ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê koçer e, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas dike. Hê di zarokatiya xwe de xwest tevlî nava refên gerîla bibe. Dema malbata wê bi vê dihese, wê bi xizmê wê Xoşmêr re dizewicîne. Zewaca wê 7 salan dewam dike. Keçeke wan bi navê Mîtra ji dayik dibe. Lê belê nikare li pêşberî zextên sîstema Îranê îdare bike û di sala 2009'an de tevî hevserê xwe tevlî nava refên gerîla dibin.
Gerîla Dîcle ji me re qala çîroka xwe dike.
"Ez di nava malbateke feodal û welatparêz de mezin bûm. Beriya tevlî nava refên têkoşînê bibim jiyana min bi koçeriya li zozanan derbas bû. Malbata min sewal xwedî dikir û çandinî dikir. Dilsozê ax û çanda xwe ne. Lê belê pîvanên tund û dijwar ên rejîmê bandor li her qada jiyanê dikirin. Rewşa jinê ya di nava sîstemeke vî rengî de, koledarî bû. Li Îranê jin mîna nemirovbûn dihat dîtin. Polîtîkayên tund û zexel ên rejîma Îranê ji her alî ve bandor li Rojhilatê Kurdistanê jî dikirin.
'MIROV, JIN Û ZAROKÊN AZAD'
Di nava malbata me de, mirova ku tevlî nava gerîla bûye tenê ez nînim. Birayekî min bi navê Şiyar Kotol di sala 1999'an de piştî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me tevlî nava refên gerîla bû. Zewicî bû û zarokên wî jî hebûn. Dilsozê tevgera azadiyê bû. Min di destpêkê de fêhm nedikir. Min digot 'madem tu yê tevlî bibûya, tu çima zewicî'. Rojekê telefonî me kir. Min ev yek ji wî re jî got. Şiyar jî ev bersiv da: 'Têkoşîna min ji bo gelê min û zarokên min e. Eger min ji destpêkê ve PKK baş fêhm bikira, bi vî rengî nedibû. Bi taybetî min zarok nedanîn vê dinyayê. Lê belê çi bi zanebûn çi jî bi nezanî rewşeke bi vî rengî rû da. Ya girîng ew e ku em ê di rojên pêş de çi bikin. Ji bo min armancek heye. Cîhaneke ku mirovakî û zarokên min bi awayekî azad lê bijîn'. Van gotinên heval Şiyar gelekî bandor li min kir. Têkoşîna ji bo jiyaneke azad. Gelekî xweş bû. Jiyaneke azad. Mirov, jin û zarokên azad... Çîroka min piştî vê axaftinê dest pê kir. Çîroka min çîroka hemû jinên Rojhilatê Kurdistanê ne.
'MIN DÎT KU JIN NE AZAD IN'
Piştî wê axaftinê ketim nava lêgerîna azadiyê. Min ji diya xwe û jinên li derdora xwe dinêrî. Min dît ku jiyana wan ne azad e. Azadiya wan li malê di kontrola mêr, bav de bû. Mêr jî di kontrola dewletê de ye. Zarok jî di kontrola wan hemûyan de ne. Min ji xwe re got, 'divê ez vê qebûl nekim'. Bi lêkolînkirinê re lêgerîna min a li azadiyê mezintir bû. Bi vî rengî min têkilî bi hevalan re danî û xwest tevlî nava refên gerîla bibim. Emrê min hê gelekî biçûk bû. Nikarim bêjim ku min jiyan baş fêhm dikir. Malbata min pê hesiya ku dixwazim tevlî nava refên têkoşînê bibim. Ji bo pêşî livê bigire xwest min bizewicîne. Emrê min hê panzdeh salî bû. Ez ditirsiyam. Kesê pê re bizewicim jî pismamê min Xoşmêr bû. Xoşmêr jî dilsozê welat û doza xwe ya azadiyê bû. Têkiliya xwe bi partiyê re hebû. Milîs bû. Ji xwe li ser israra malbatê şensekî min ê din tinebû. Di emrekî ku min hê baş ji jiyanê fêhm nedikir, min zewac qebûl kir. Di destpêkê de min digot, zewac bi zexta malbatê nebûye. Min piştre fêhm kir ku bi zexta malbatê zewicî me.
'KURDISTAN BI YEKÎTIYA GELÊ KURD DIKARE AZAD BIBE'
Rojekê Xoşmêr hat cem min. Ji min re got ku dixwaze tevlî nava refên gerîla bibe. Ez matmayî mam. Di biçûkaniya xwe de ez di nava lêgerînên azadiyê de bûm, min dixwest tevlî gerîla bibim. Lê hatim zewicandin. Ev zewac bi Xoşmêr re jî hatibû qebûlkirin. Vê carê derket pêşiya min û ji min re digot, 'ez ê tevlî nava refên têkoşînê bibim'. Û şert jî datanî; 'em ê bi hev re tevlî bibin'. Vê yekê ez hê bêhtir matmayî kir. Min jê re got, 'Tu çima tiştekî wiha dibêje, tu diçe biçe'. Wî jî got, 'na, me bi hev re dest pê kir, nabe em dev ji hev berdin'. Piştre wiha dewam kir: "Dîcle, di pratîkê de ne di nava berxwedanê de bim jî, ji zarokatiya xwe ve di nava hewldanan de bûm. Lê nedibû. Jiyana em di nav de ne ne xweş e. Weke gelê Kurd em her roj tên kuştin. Nabe ku hinek têbikoşin, hinek jî bikeve derdê jiyana xwe. Divê her kes cihê xwe di nava vê têkoşînê de bigire. Naxwe tiştekî exlaqî nîne ku mirov qala azadiyê bikin û mafekî bi vî rengî bixwazin. Heta ku tevahiya gelê me cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de negire, mafê me nîne em qala azadiyê bikin. Ji ber vê yekê divê em di nava refên azadiyê de bin'. Piştî van gotinên wî, em bi hev re tevlî nava refên gerîla bûn.
'HEVRÊYÊ HERÎ MEZIN Ê JINAN RÊBER APO YE'
Bi demê re ez bi guhertina kesayeta xwe re hesiyam. Piştî ku min partî, Rêbertî, îdeolojî û felsefeya wî nas kir, nêrîna min a li jiyanê jî guherî. Ya herî girîng jî min giranî da ser xeta azadiyê ya jinê. Min rastiya sedema herî mezin a min kişand nava refên têkoşînê, di nava têkoşînê de hîn bûm. Têkoşîna azadiyê ya jinê. Sedema herî girîng a dilsoziya min bi dozê re, Rêberê me ku her tim hevrêyê herî mezin ê me ye û azadiya jinê ye. Ev yek sedema min a herî mezin ji bo şer e. Tevî vê yekê têkoşîna gelên dixwazin azad bibin, ya herî girîng jî têkoşîna ji bo afirandina jiyaneke azad ji zarokanr e ye.
'BILA JIN JI XWE RE LI RIZGARKERAN NEGERIN'
Ez bawerim, her jinek têkoşîna me dişopîne. Lêgerîna azadiyê ya her jinê heye. Di nava helwdanekê de ye. Ji ber ku hemû jin aciz in ku mehkûmî jiyaneke koledariyê hatine hiştin. Wê jiyanê qebûl nakin. Lewma divê li benda kesî nesekine ku bê bi destê wan bigire. Bila li rizgarkeran negerin. Ev şaşitiyek e. Ya ku pêkhatina wê nepêkan e, tenê xeyal e. Lazim e sînorê cih û demê ji bo têkoşîna jinê tine bin. Her cihê lê ne, her dema tê de dijîn, divê ji bo jinan bibin qada têkoşîna azadiyê û bexwedanê. Jin bi xwedîderketina li nasnameya jinan dikarin azad bibin. Bila bi têkoşîna me ya azadiyê re piştrast bin. Ji bo azadiyê di vê her jin gavekê bavêje. Têkoşîna ji bo xwe û ji bo zarokan, ji her tiştî girîngtir e."