Jineke Êzidî ya ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe

Yek ji jinên ku li Şengalê ferman dît, Zehra Silêman Şengalî ye. Zehra niha yek ji rêveberên Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) ye. Ji bo jinên Êzidî careke din neyên kuştin, ji bo ti carî weke koleyan neyên firotin têdikoşe.

Zehra Silêman Şengalî, ku me ew li Kampa Penaberan a Newrozê ya li Dêrikê nas kir, jineke Êzidî ya 25 salî ye. Li gundê Duhola yê Şengalê ji dayik bûye û heta fermana dawî (2014) li Şengalê dima. Yek ji şahidên zindî yê komkujiyê ye.

Jiyana Zehra piştî komkujiya Şengalê, nêrîna wê ya li cîhanê guheriye. Jiyana Zehra ya beriya komkujiyê di nava sînorê malê de bû. Îro ji bo jin û civaka Êzidî bi rengekî çalak dixebite. Zehra niha yek ji rêveberên Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) ye. Ji bo jinên Êzidî careke din neyên kuştin, ji bo ti carî weke koleyan neyê firotin têdikoşe.

'BERIYA FERMANÊ JIYANA MIN LI GUND DERBAS BÛ'

Zehra Silêman Şengalî beriya fermanê qet ji Şengalê derneket. Zehra dibêje, jiyana wê ya beriya fermanê li gund derbas bû û qala jiyana xwe ya wê demê û nêrîna xwe ya li jiyanê dike:

"Em li gundekî ji 1000 malbatî diman. Têkiliya me bi gundiyan re hebû. Lê belê haya me zêde nebû ku li cîhanê çi diqewime. Ji bo em baweriya xwe biparêzin, em di nava xwe de dijiyan. Têgihiştineke me ya polîtîk tine bû. Hişmendiyeke jinê nebû. Di nava civaka me de xwendina jinan, xebata wan li derve û meşandina siyasetê, nedibû. Ev yek mîna şermekê dihat dîtin. Lê belê çi karên li malê hebûna me hemû dikir. Jiyana jinan bi rastî jî gelekî zehmet bû. Di nava malbatê de ji ber ku zexta bav û kekên min zêde tine bû, min rewşa xwe baş didît. Ji ber ku di nava civaka me de zexteke giran li jinê tê kirin. Bi giranî ferasetek ji serdestiya mêr hebû. Ji ber ku zexteke fîzîkî li min nedihat kirin, min xwe azad didît; lê ya rast, weke jineke Êzidî rewşa min ji yên din qet ne cuda bû. Sînorên li pêşiya min gelekî zelal û eşkere bûn."

'PIŞTÎ KETINA MÛSÎL Û TEL AFERÊ EM KETIN NAVA TIRS Û FIKARAN, LÊ ME BAWERIYA XWE BI PDK'Ê DANÎN'

Zehra Şengalî anî ziman, beriya ku DAIŞ êrîşî Mûsilê bike, di jiyana wan de ti guhertin nebû û piştî ku DAIŞ'ê êrîşî Mûsilê kir, civaka Êzidî y a li Şengalê kete nava tirs û fikaran. Şengalî got, "Penaberên ji Mûsil û Tel Aferê reviyan xwe li Şengalê girtin, hatin cem me. Me deriyê mala xwe li wan vekir. Me malên xwe didan wan û em diçûn li cihekî din radizan. Ev yek di çanda me de hebû. Mesela gava em dua dikin, di destpêkê de em ji bo 72 miletan dua dikin û piştre ji bo gelê xwe dua dikin. Çandeke me ya bi vî rengî heye.

Li dû Mûsilê, piştî ku Tel Afer ker tirs û fikarên li nava civaka me zêde bûn. Di wê demê de 12 hezar pêşmerge li Şengalê hebûn. Em jin tevlî siyasetê nedibûn, lê belê me ji malbat û derdora xwe dibihîstin bê çi diqewime. Dema ku rûspiyên me tirs û fikarên me ji wan re ragihandin, wan jî gotin, 'Neçin ti cihî. Em ê nehêlin ku yek ji wan bikeve Şengalê. Ev der axeke pîroz e. Em ê biparêzin'. Li ser vê gotina PDK'yiyan ez bi xwe hinekî dilrehet bûm."

'MIN XIYANET Û MIRIN DÎT'

Zehra Şengalî destnîşan kir, tevî sozên ku PDK'ê dan wan, wê weke jineke Êzidî di şeva 3'ê Tebaxa 2014'an de mirin û xiyanet bi awayekî vekirî dîtiye:

"Saet derdora 03:00 ê şevê bû. Ji Mexmûrê telefonek ji me re hat. Ji me re gotin DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kiriye û divê em ji wir derkevin. Em jî di cih de derketin. Mirovên me heta ji wan dihat hewl didan ji Şengalê derkevin. Pêşmergeyên ku digotin wê me biparêzin, ew jî diçûn. Ji 12 hezar pêşmergeyan yekî bi tenê jî nema. Me ji wan xwest çekên xwe ji me re bihêlin, lê çekek bi tenê jî nedan me. Di wê demê de, di nava 10 malbatan de çeka malbateke tenê hebû. Ew jî tenê bi şarjorekê bû. Ji bilî revê tiştekî me bikira tine bû.

Em li aliyê Şemal bûn. Nêzî çiyê û Rojava bû. Me bihîst ku DAIŞ'ê ji aliyê Kibletê ve êrîş kiriye. Ji bo em ji wir derkevin du rê li pêşiya me bû. Yek jê rêya rast bû, ya din jî di nava bexçeyan de de bû, ku zêde rast nebû. Dema em ji wir derdiketin, penaberên ku me ew vehewand, derketin pêşiya me. Misilmanên li nava me dijiyan jî bi heman rengî tevgeriyan. Rêya me birîn. Li ser vê yekê me ji rêyeke din berê xwe dan çiyê. Ji ber ku cihê em lê bûn nêzî çiyê bû, bi qasî aliyê Şemal derb nexwar. Lê belê me dengê qîrîn û hawarê dibihîst, dengê çekan dihat me."

'ME DIGOT ÊDÎ ŞENGAL Û ÊZÎDÎTÎ QEDIYA YE'

Zehra wiha dewam kir:

"Dema me xwe gihand çiyê, DAIŞ li cihekî ku bi qasî 10 deqeyan dûrî me bû. Eger bi Bîksî li me bireşanda, wê li me bida. Dema em li çiyê bûn timî telefona me lê dida. Digotin, bila jin û zarok zû derkevin, xwe rizgar bikin. Zarok, dayik hemû tî birçî bûn, bi tirs bûn. Em di binê tavê de bûn. Dayika min jî pîr bû. Ji ber ku ciwan bûm, ji bo nekevim destê DAIŞ'ê ji min dixwestin ku ez bilezînim û xwe rizgar bikim. Her kesî hewl da min jî tevî keçên din bişîne, lê min qebûl nekir. Min nekarî bû diya xwe bi wî rengî bihêlim. Bi rastî jî dema em dildikişiyan wî çiyayî, ji aliyê derûnî ve em têk çûbûn. Me digot, 'Êdî Êzidîtî qediya, em qediyan. Hemû Êzidiyên li Şengalê wê bimirin. Ev fermana dawî ye'. Em ne li bendê bûn ku kesek xwedî li me derkeve. Di rê de me mirin dît. Zarokên bê dayik, jin û extiyarên di rê ketin. Min bi xwe jî êdî digot, qediya, mirin êdî li pêş min bû."

'PIŞTÎ KU YPG'Ê KORÎDOR VEKIR, HÊVÎ LI ME VEGERIYA'

Zehra Şengalî da xuyakirin, ku dema ew li benda mirinê bûn, bihîstin ku YPG'ê korîdorek ber bi Rojava ve vekirine û hêviya xwe ya wê çaxê wiha vegot: "Roja 8'ê Tebaxê kekê min telefon vekir. Got ku YPG'ê rê vekiriye. Ev yek bi rastî jî ji bo me weke rojeke ku jiyanê ji nû ve dest pê kir.

Di wê demê de hin malbatan li ber xwe dan, şehîd jî dan û li çiyê man. Ev jî ew malbat bûn ku ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hatin birêxistinkirin. Hejmara mirovên rêxistinbûyî kêm bû. Ji ber ku beriya komkujiyê tenê 12 gerîla li Şengalê hebûn. Çend ji van ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin. Yên mayî jî bi dizî tevdigeriyan û tenê bi şev xwe digihandin malbatan. Jİ ber vê yekê, hejmara mirovên ku xwe gihandibûnê kêm bû. Lê bi rastî jî yên di dema komkujiyê de li ber xwe dan, ew bûn. Dema me hewl didan derbasî Rojava bibin, wan li ber xwe didan û li çiyê man."

'GOT, EW HATIYE CANÊ XWE BIDE, LI WIR ŞEHÎD BÛ'

Gelek bûyerên di dema komkujî û koçberiyê de bandoreke kûr li Zehra dike. Zehray qala bûyereke cuda dike ku jiyana wê bi temamî guherand: "Piştî ku em ketin ser rê, em derbasî aliyê Rojava bûn. Li wê derê otobusek hat pêşiya me. Di hundirê otobusê de hevalên jin ên YPJ'yî hebûn. Em çûn cem wan. Ya rast cihê wan, eniyeke pêş bû. Dema em çûn nuqteya wan, jinan gotin, 'em mirin, em qediyan' û dest bi girî kirin. Yek ji hevalên YPJ'yî hingî ji me re got, 'Em hatine ji bo canê xwe ji bo we bidin. Em ê canê xwe bidin, lê civaka Êzidî wê neqede'. Piştî wextekê ji me re gotin, divê em biçin. Heman hevalê her wiha got, 'Me dixwest li vî cihê xwe we vehewînin, hinekî bêhnê vedin. Lê belê her şevê êrîş li dijî me tên kirin. Em ê nikaribin we li vir biparêzin'. Bi rêya cîhazê axivî û piştre otobusek hat û em ji wir bir. Wan li wir şer kirin û gel derbasî aliyê Rojava kirin. Hevalan şer dikirin û gel jî bi saya vê yekê derbasî Rojava dibû. Piştre ew heval bi rastî jî li wî cihî şehîd bû. Gotinên wê hevalê qet ji bîra min naçin. Bi rastî jî mirov hebûn, di ber me re canê xwe dan. Ev yek ji bo me tiştekî nû bû, kesî beriya niha ev nekiribû. Divê em jî hêjayî wan bin."

'MIN JÎ JI BO GELÊ XWE DEST BI KAR KIR'

Zehra Şengalî ragihand, tevî ku wê jî di rê de tehde dît, dema xwe gihand Rojava yekser dest bi alîkariya mirovên ji komkujiyê rizgar bûn kir û qala şeş mehên destpêkê yên li kampê kir: "Dema me xwe gihand Kampa Newrozê, her kes perîşan bû bû. Me bi şev bêhna xwe vedan. Danê sibehê rewş zelal xuya dikir. Bi taybetî jin û zarokan gelekî tehde dîtibûn. Li kampê hin amadekarî hatibû kirin. Lê belê ji ber ku koçberiyeke zêde çêbû bû, xebatên di vî warî de dewam dikirin. Min li wê derê di destpêkê de weke alîkar dest bi kar kir. Kinc hatibûn anîn ji bo li gel bên belavkirin. Di vî warî de ez bûm alîkar. Piştre ez, kekê min û hevaleke min ji serê sibehê heta nîvê şevê tevlî xebatên kampê bûn. Me 6 mehan kinc, xwarin û hwd. belav dikir. Kamp hinekî sererast bû. Bi saziyên alîkariyê yên ji derve hatin re min dest bi kar kir."

'MIN DI NAVA DAMEZRANDINA MECLÎSA GEL A ŞENGALÊ DE CIH GIRT'

Zehra Şengalî anî ziman, ku bi tecrûbeya xwe ya li jiyana kampê ew ê bêhtir zane bû û bihîst ku wê Meclîsa Gel a Şengalê ava bibe. Zehra bi xwe jî biryarê dide vegere Şengalê: "Heta wê çaxê 12 gund ji DAIŞ'ê hatibûn rizgarkirin. Mirov vedigeriyan Şengalê. Bi alîkariya hevalan min jî biryar da vegerim Şengalê. Min biryara xwe ji dayki û bavê xwe re jî got. Dayika min li dij derket. Got, 'Li wir DAIŞ heye, tu yê biçe çi bike!' Lê ez ji biryara xwe venegeriyam. Ji bo kongreya damezrandinê ya Meclîsa Gel a Şengalê, ji kampa Newrozê em 30 kes çûn. Di nava me de hevalên ji rêxistina ciwanan jî hebûn. Li aliyekî şer dewam dikir, li aliyê din jî me civînên xwe pêk danîn. Di nava wan şert û mercên giran de jin û mêr em 150 kes tevlî vê civînê bûn û me meclîsa xwe ava kirin. Di 14'ê Çileya 2015'an de me Meclîsa Şengalê ya ji 30 endaman ragihand. Ji delegeyên ji kampa Newrozê çûn, em 9 kes ji bo vê meclîsê hatin hilbijartin. Di nava van de ez jî hebûm. Wekî din, 7 ji endamên meclîsê jin bûn. Ev yek ji bo jinên Êzidî yên ji Şengalê tiştekî gelekî mezin bû.

Me piştre komîteyên xwe ava kir. Min cihê xwe di nava komîteya parastinê de girt. Ji birêxistinkirina parastina kampê em berprisyar bûn. Piştî komîteya parastinê min cihê xwe di nava komîteya ciwanan de girt. Dûre me Meclîsa Ciwanan a kampa Newrozê ava kir."

Tevî wezîfeya endametiya Meclîsa Gel a Şengalê, Zehra cihê xwe di nava rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdxanê de girt. Şengalî anî ziman ku yekemcar jinên Êzidî tevlî karên civakî û siyasî bûn û got, "Ez yek ji bo me gelekî girîng bû. Jinên Êzidî hebûn ku siyaset dikirin her wiha gerîla bûn û di rêveberiya PKK'ê de jî cih digirtin. Lê beriya fermanê haya me ji vê tine bû. Piştî komkujiyê, xebatên me, rêxistina xweparastinê ya jinên Şengalî yanî avabûna YJŞ'ê ji bo me şoreşek bû. Me nedizanî ku ewqasî hêza me heye."

'EGER EM XWE NEPARÊZIN Û BI RÊ VE NEBIN, EM Ê TINE BIBIN'

Zehra Şengalî da xuyakirin, ku piştî komkujiya Şengalê ew gelekî li ser tiştên bi serê wê û civaka wê hatî fikiriye û anî ziman ku wê ev encam derxistiye: "Ez miroveke dernediket derveyî mala xwe, miroveke ku xwendin û nivîsandina xwe tine bû. Lê min cihê xwe di nava karî de girt. Pê hesiyam ku zane bûme, xurt bûme. Gelek caran li ser fikirîm, çima beriya komkujiyê Êzidiyên Şengalî bi taybetî jin li ser vê rewşê nefikirîne. Bi rastî jî cîhana me gelekî teng bû. Me bi tenê rojên xwe dibihurandin.

Piştî komkujiyê, hem şehîdên me hem jî jinên me yên rehîn ketin destê DAIŞ'ê, gelekî bandor li me kirin. Min bi xwe got, 'Ez ê êdî li malê çi bikim?' Di dema komkujiyê de 7000 jinên Êzidî ketin destê DAIŞ'ê. Ev yek ji bo me hilweşîn bû. Piştî vê rewşê, weke jinan me fêhm kir ku pêwîstiya me bi xurtkirina parastina xwe heye. Eger em xwe neparêzin, eger em vîna xwe nîşan nedin, wê kes me neparêzin. Min bi xwe ev fêhm kir. Di vî warî de gerîla, rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava, YPG û YPJ gelekî bûn alîkar. Ez ê ji niha û pê ve xwe di vê çarçoveyê de bi pêş bixînim. Ji ber ku divê ev komkujî êdî ji bo civaka me nebe qeder. Divê jinên Êzidî ti carî kiryarên li derveyî mirovahiyê û namerdî yên mîna DAIŞ'ê nebînin."

'MÎNA JIYANA ME, PÊŞHIKUM Û NÊRÎN JÎ GELEKÎ GUHERÎN'

Zehra Şengalî destnîşan kir, ku jinên Êzidî beriya komkujiyê xwe li gorî mêr kêm û qels didîtin û diyar kir, di dema komkujiyê de ev têgihiştin guherî. Şengalî got, "Me dît, eger em xwe neparêzin, mêr nikarin me biparêzin. Piştre bi karên me kirin re hat dîtin, ku em jin ne kêmî mêran e. Me fêhm kir weke jinan bi cihgirtina li her qadên jiyanê, li nava siyasetê û parastinê re, em dikarin xwe û civaka xwe biparêzin. Ez bûm xwedî vê bîr û baweriyê. Yekem car ez ji hêza xwe û jinê piştrast bûm."

'MIN NÊRÎNÊN RÊBERTÎ NAS KIR, EZ JI KESÎ NATIRSIM'

Zehra Şengalî da xuyakirin, weke jineke Êzidî piştî ku nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir, jiyana wê guherî û êdî ji ti tiştî natirse. Şengalî got, "Ez li ser navê jinên Êzidî weke delege beşdarî konferansa Rêbertî ya li Silêmaniyeyê bûm. Di vegerê de PDK'ê ez girt û gelek tişt ji min re gotin. Li ser PKK'ê û gerîla gelek tiştên şaş gotin. Ji min pirsîn 'tu çima tevlî PKK'ê bû?' Min jî ji wan re got, 'Ez tevlî PKK'ê nebûm, tevlî azadiya axa xwe, tevlî azadiya gelê xwe bûm. Beriya komkujiyê dibe ku ez ji we ditirsiyam, lê îro ji we natirsim. Hûn nikarin min winda bikin'. Gotin, 'Tu ji ku dizane, tu ji çi piştrast e!' Min jî ji wan re got, 'Tevgera Jinê ya Êzîdxan li pişt min e. Wekî din haya hevalên gerîla jê heye ku ez li vr im. Û wê ji sedî sed min ji vir derxînin. Niha li min dipirsin. Em êdî nêrînên Rêbertî nas dikin. Ez ji we natirsim'. Û piştî 2 rojan neçar man min berdin. Yanî mebesta min ew e; em bi nêrînên Rêbertî, bi rêxistinî û feraseta xwerêveberiyê re êdî ji xwe piştrast in. Ti kes bi zext, gef, dek û dolaban nikarin me ji têkoşîna me ya ji nû ve avakirina jiyana me ya azad vegerînin."