HDP: Em ê bibin Sakîne û Sêvê, xwe bi berxwedanê bixemilînin!

Jinên HDP’ê, di salvgera qetilkirina jinên şoreşger ên Kurd ên li Silopya û Parîsê, daxuyaniye nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin; ‘’Em ê rê nedin van komkujiyan ku dixwazin pêşengiya jinê bişkînin û jinê pasîf bikin’’

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) ji ber salvgera komkujiyên Parîs û Silopya, daxuyaniyeke nivîskî dan.

‘EM Ê LI MÎRATEYA WAN XWEDÎ DERBIKEVIN’

Qetilkirina Sakîne, Leyla û Fîdan êrîşeke bi ser Tevgera Azadiya Kurd a bi ser qadên diplomasî, berxwedana jinê û qada ciwanan de ye, bi mebesta çavtirsandina jinê ye. Jinên sembol ku li dijî hişmendiya zilamserweriyê ya 5 hezar salî têdikoşiyan, 3 jinên şoreşger ên Kurd kirin hedef. Li gel ku hemû daxwazên raya giştî jî hewl hate dayin ku ser van komkujiyan were girtin, berpirs dernexistin holê, nehatin darizandin. Têkiliyên kûr û tarî yên li pey kujer dernexistin holê, tetîkêş Omer Guney jî bi awayekî gumanbar mir. Ji hêla din ve jî beriya bi salekê di komkujiyeke dî de ku ji hêla hêzên çekdar ên dewletê ve pêk hat, Sêvê, Pakîze, Fatma, jinên siyasetmedar ku li dijî polîtîkayên şer ên dewletê têdikoşiyan kirin hedefa xwe û hewl hate dayin ku dengê wan were birîn. Em jin, geta ku berpirsên van komkujiyan werin darizandin em ê dadmendiyê bixwazin, em ê xwedî li mîrateya wan a azadiyê derbikevin, deynê xwe yê aştiyê bi gotina; ‘’Li dijî şer aştî û berxwedanê" pêk bînin.

‘HETA DAWIYÊ TÊKOŞÎN’

Meclîsa Jinan a HDP’ê di dawiyê de wiha got: 

‘’Em ê destûrê nedin van komkujiyan ku tinekirina pêşengiya jinê û pasîfkirina jinê ji xwe re kirine armanc. Em careke din jî diyar dikin, li dijî van polîtîkayên qirêj ku dixwazin ser komkujiyan bigirin em ê heta dawiyê têbikoşin. Di kesayeta 3 jinên Kurd ên siyasetmedar de, ku li Silopya hatin qetilkirin, em hemû jinên ku di berxwedana Sûr, Silopya, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Kerboranê de jiyana xwe ji dest dane, bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Em hişmendiya komkuj û dijminê jinê careke dî şermezar dikin.

Em Sakîne, Fîdan, Leyla ne, li her deverê ne!

Em Sêvê, Pakîze, Fatma ne, li her deverê ne!’’