Cansiz, Dogan û Şaylemez li Dresdenê hatin bibîranîn
Meclîsa Jinê Uta ya li bajarê Dresden ê Elmanyayê, şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezn ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin kuştin, bibîr anî.
Meclîsa Jinê Uta ya li bajarê Dresden ê Elmanyayê, şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezn ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin kuştin, bibîr anî.
Bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez û ji TJK-E Nûpel Mûnzûr li merasîma bîranînê axivîn.
Mûnzûr da xuyakirin, ku yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz bi têkoşîna xwe bûye mînak ji jinên şoreşger ên Ewropayî re û got, "Têkoşîna jinên Kurd bandoreke xurt li wan kir û ew jî niha vê têkoşînê lêkolîn dikin."
Piştî axaftinan, sînevîzyona "Her şer bû jiyana min" a li ser jiyana Sakîne Cansiz hate nîşandan.
Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Şehîd namirin" qediya.