Rêxistina Jinan a PYD'ê ya Swêdê kongreya xwe ya 1. pêk anî
Rêxistina Jinan a PYD'ê ya Swêdê, 1. kongreya xwe bi dirûşma "Bi pêşengtiya jina azad wê neteweya demokratîk ava bibe" pêk anî.
Rêxistina Jinan a PYD'ê ya Swêdê, 1. kongreya xwe bi dirûşma "Bi pêşengtiya jina azad wê neteweya demokratîk ava bibe" pêk anî.
1. Kongreya Rêxistina Jinan a PYD'ê ya Swêdê, li bajarê Vestras ê Swêdê bi dirûşma dirûşma "Bi pêşengtiya jina azad wê neteweya demokratîk ava bibe" pêk hat.
Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû cangoriyên Kurdistanê dest pê kir. Bi dehan jinên ku ji gelek bajarên cuda yên Swêdê hatin li ser berfirehkirina xebatên xwe yên li Ewropa nîqaş û nirxandin kirin.
Di destpêka kongreyê de nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo tevahiya jinan nivîsîbû hate xwendin. Piştî peyamên ku hatin xwendin û rapora xebatê jî hate dayin, Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah bi telefonê tevlî kongreyê bû û kongre pîroz kir. Piştî axaftina Asya Abdullah, li ser navê jinan Zozan Dêrik axaftinek kir. Dêrik bal kişande ser giringiya rêxistinbûyina jinên a li Ewropa.
'AZADIYA RÊBER APO AZADIYA JINA YE'
Zozan Dêrik di axaftina xwe de di kongreyê de êdî erka jina Kurd zelal e, ji hêla hemû cîhanê ve tê dîtin û got:
"Erk û roja jina Kurd di civaka Kurdistanê de êdî zelal bûye. Ev yek li ber çavê hemû cîhanê ye. Em jinên Kurd li kûdera cîhanê dibin bila bibin, lazim e em di ferqa hêza xwe de bin. Çavkanî û xwediyê hêza me ya jinan, Rêber APO ye, em xwe di bin felsefe û ramanên rêber APO de xwe birêstin dikin. Heger em îro dikarin weke jin hebûna hêza xwe ji cîhanê re biselimînin, em deyndarê rêber APO ne. Bi saya nirxên ku rêber APO daye me jinan, me xwe gihandiye bi roja me ya îro. Loma jî em her tim dibêjîn û em ê her tim bibêjin; azadiya rêber APO, azadiya me jina ye."
Kongre ji danê sibehê heta berêvarî bi nîqaş û nirxandinên li ser jinan, li ser rewşa jinên li Ewropa dom kir. Di dawiya kongreyê de, ji bo xebatên her bajarî komîteya jinan hate avakirin.
Jinên ku bi cil û bergehên Kurdî tevlî kongre bûbûn, bi dirûşma, ‘’JIN JIYAN AZADÎ, BIJÎ SEROK APO, BIJÎ ŞOREŞA ROJAVA’ kongre bi dawî kirin.