'Têkoşîna min wê heta azadiya hemû jinan bidome'
Di ser fermana Şengalê re du sal derbas bûn. Şopên wê hê teze ne. Gelek ciwanên Êzidî yên ji komkujiyê rizgar bûn tevlî nava refên PKK'ê bûn. Yek ji wan jî Sorgul Botan e.
Di ser fermana Şengalê re du sal derbas bûn. Şopên wê hê teze ne. Gelek ciwanên Êzidî yên ji komkujiyê rizgar bûn tevlî nava refên PKK'ê bûn. Yek ji wan jî Sorgul Botan e.
Dema em li qadên gerîla digeriyan me Sorgul nas kir. Bi sekna xwe bawer, bi zindîbûn û şewqa li çavên wê bal dikişand. Halbûkî bûyerên beriya du salan bi serê wan ve hatibû jiyana wê hejandibû. Kêm ma bû baweriya wê ya li mirovan biqede. Dikare bê gotin, ku PKK a di cih de dest li rewşê werda, pêşî li vê yekê girt. Ji bo Sorgul li wan rojan venegere û careke din pê ne êşê ez israr dikim ku qala komkujiyê neke. Tevî vê yekê jî dibêje 'Li se bûyerên bi serê me ve hatiye çiqasî were nivîsandin, wê ewqasî jî neyê ji bîr kirin." Bi xwe qala fermanê dike:
BERÊ XWE DA ÇIYAYÊ ŞENGALÊ
"3'ê Tebaxê bû. Ber destê sibehê bû. Çeteyan dor li gundê me girtibûn. Dayika min li cem min nebû. Çûbû cihekî din. Min xwest biçim cem wê, lê DAIŞ gelekî nêz bûbû. Jinbira min bi destê min girt û xwest ez bibezim. Nehişt ku bipirsim bê çima. Bi gotina jinbira min 'îrhaban' (terorîstan) dor li me giribûn. Diviyabû em birevin. Ber bi şiyayê Şengalê ve...
Heta ji me bihata diviyabû bê sekin em bireviyan. Wext nebû ku em li tiştekî din bifikirin. Em ber bi çiyê ve dibeziyan. Bi me re gelek mirovên extiyar, zarok, jin, mirovên nexweş hebûn. Hin jê di rê de ji nêza, hin jî ji tîna ketin. Dotmama min a ji min biçûktir gelekî birçî bûbû. Min xwarin û ava bi xwe re anî bû da wê. Min li pişt xwe nihêrî, malbata min li paş maye. Cihê em ê biçûna gelekî dûr bû. Em ketin hundirê şikeftekê. Çend rojan em li wir man. Xwarin û ava me kê ma bû. Her kesî pariyek dixist devê xwe û bi hinek avê devê xwe şil dikir. Piştî çen rojan ji bo em xwe bigihînin Çilmêranê me berê xwe da gir. Hingî min qırînek bihîst. Dayikekê rahiştibû bedenê zarokeke xwe, ku ji ber nêza jiyana xwe ji dest dabû û dikir qîrîn. Bedena jinbira min jî nekarî zêde îdare bike. Apê min û pismamê min bûbûn hedefa guleyên DAIŞ'ê, birîndar bûbûn. Wan jî bi zorê xwe gihandibûn şikeftekê. Piştî wextekê, ji ber gelekî xwîn ji wan çûn, miribûn. Yanî malbate bi vî rengî tine bû.
'PKK NEBÛYA, ŞENGAL NEDIMA'
Di rê de me heval dîtin. Min berê nizanîbû ew kî ne. Lê ev ji bo me ne girîng bû. Ji bo me rizgar bikin hatibûn. Dema min ew dît, ji kêfa min nezanî ez ê çibikim. Em çûn Serdeşt. Gerîlayan xwarin û av ji me re anîn. Gelekî me bi me re biliyan. Ji xwe piştre korîdor hat vekirin. Bi hezaran Şengalî ji wê korîdorê derbasî cihê ewle kirin. Yên mayî jî li çiyayê Şengalê man. Piştî wextekê hêza xweparastinê ya gelê Şengalê hat avakirin. Ciwan, extiyar jin ên Şengalê ji bo parastina Şengalê ketin nava liv û tevgerê. Ev hebû bi saya PKK'ê bûn. Eger PKK nebûya Şengal nedima.
'YÊN KU QAŞO WÊ ME BIPARASTA, XIYANET LI ME KIRIN'
Li pêşberî kiryarên çeteyên DAIŞ'ê her kes bêdeng ma bûn. PDK ku qaşo wê me biparasta, em neparast. Mezinên me yên eşîran jî ku me pişta xwe dispartin wan, xiyanet li me kiribûn. Ev yek gelekî bi zora min çû. Dema min dît ku jinên Êzidî dihatin revandin, destavêtin li wan dihat kirin û mîna koleyan li bazaran dihatin firotin, hêrsa min qat bi qat zêde bû. Diviyabû çi dibû bila bibe min tola wan hilaniya. Pitşî wextekê weke gelek ciwanên Êzidî min jî biryar da tevlî bibim."
'JI BO DÎTINA RÊBER APO EZ ÇÛM ÇIYÊ'
Sorgul ku haya wê jê tinebû Rêberê Gelê Kurd di zîndanê de ye, ji bo dîtina wî bi daxwazê ji gerîla dike. Sorgul dibêje "Wan çi gotin jî, ez îqna nebûm" û di dawiya dawî de berê xwe da çiyayên kurdistanê. Sorgul li vê derê derfetan dibîne ku jiyana PKK'ê û felsefeya Rêberê Gelê Kurd baştir hîn bibe û dûre biryarê dide li çiyê bimîne: "Dema min fêhm kir ku Rêbertî li zîndanê ye, ez gelekî êşiyam. Çawa pêkane ku Rêberê rêxistineke ewçend însanî di girtîgehê de be. Piştre tevlî perwerdeyan bûm. Di perwerdeyan de min Rêbertî, felsefeya wî û jiyana PKK'ê baştir nas kir. Piştî wextekê ez pê hesiyam ku bi perwerdeyan re di îdeolojiya azadiya jinê de çiqasî kûr bûme. Her wiha min fêhm kir ku weke jinekê çiqasî xurt im. Ez niha xwe hê xurt û xwedî vîn dibînim. Ez niha pê bawerim ku tevahiya gelê Şengalê bi vî rengî ye. Artêşeke me ava bû. Êdî Şengal xwe bi xwe diparêze. Ev hemû bi saya PKK'ê û Rêber Apo bû. PKK'ê Şengal, Êzidîtî ji nû ve zindî kir."
Di dawiya sohbeta me de Sorgul axaftina xwe bi hêrs û daxwaza tolhildana ji zîhniyeta komkujiyê bi awî dike:
"Heta ku ez bijîm, li dijî zîhniyeta mirovên me kuştin, jin kirin kole û çanda gelan tine kirin, ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Ne tenê ji bo jinên Şengalî, ji bo azadiya hemû jin û gelên bindest ên li cîhanê, ez ê dest ji vî şerê xwe bernedim.
Ji bo naskirina jiyanên bi PKK'ê re guherîne, em jî rêwîtiya xwe didomînin.