Sê jinên şoreşger li Kanada û Elmanyayê hatin bibîranîn

Sê jinên şoreşger Sakîne, Fîdan, Leyla ku 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin kuştin, têne bibîranîn. Li Kanada û Elmanyayê çalakiyên bi vê armancê hatin lidarxistin.

Li Toronto a Kanadayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi helbest û sînevîzyonê her sê jinên şoreşger hatin bibîranîn.

Hevserokê KONGR-GEL Remzî Kartal di bernamê de axivî. Kartal bal kişande ser têkiliya Omer Guney û MÎT’ê û got bi mirina Guney tê xwestin ku ser komkujiyê bigirin. Kartal bal kişande ser hevkariya dewleta Tirk û Fransayê ya ji bo komkujiyê û got, ‘’Êdî divê her kes bizanibe, Kurd êdî ne Kurdên berê ne, xwe bi hemû dinyayê daye qebûlkirin. Bi taybetî jî têkoşîna azadiya jinê li hemû dinyayê li ber çavan e’’

Kartal diyar kir ew ê li sê jinên Kurd ên şoreşger xwedî derbikevin û got, ‘’ji bo ku heqîqet derkeve holê, tevgera Kurd li her qadê çi tişta ku dikeve ser wê bike. Em jî ji bo ku heqîqetê derxînin holê deyndarî Sakîne, Fîdan û Leyla ne. Helbet eşkerebûna rastiyan mehkûmkirina Tirkiyê ye. Mehkûmkirina Tirkiyê jî tê maneya çareserkirina meseleya Kurd, tê maneya azadiya Kurdan.’’

Li Toronto Komîsyona  Ciwanan jÎ têkildarî komkujiya Parîsê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

MUNCHEN

Li bajarê Munchen ê Elmanya jî sê jinên şoreşger hatin bibîranîn.

Bi pêşengiya Komuna Sara-Jin û Ciwanên Jin name û dosta dane Konsolosxaneya Fransa. Jinên ku ji hêla sefîrê Fransayê ve hatin qebûlkirin, ji hikûmetê xwestin, ji bo ku komkujÎ ronak bibe gavan biavêje. Jinan diyar kirin, ne rasthatiniyeke ku beriya doz dest pê bike bi demeke kurt Omer Guney miriye û xwestin ku dosya neyê girtin.

Jinan diyar kirin ku ew ê li têkoşîna sê jinên Kurd ên şoreşger xwedî derbikevin û li dadmendiyê bigerin.

ESSEN

Li Essen a Elmanya jî Meclîsa Jinan a Şengalê Bêrîvan komkujiya Parîsê bi bîr anî. Di bîranînê de hate gotin, ‘’jiholê rakirina kujer, di şexê sê hevalên jin de heqerat e li Kurdan’’

Bîranîn bi sînevîzyona ku 3 jinên Kurd kiribûn mijara xwe bi dawî bû.
 
HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê Jinên Ciwan ên Azad, YXK û Komîsyona  Meclîsa Şehîdan a Ronahî Jin, sê jinên ku li Parîsê hatibû qetilkirin li NAV-DEM’ê bi bîr anîn.

Di axaftinan de ji ber ku komkujî ronî nekiriye li dijî Fransa helwest nîşan dan.

Bîranîn piştî sînevîzyonê qediya.

Her wiha Pêncşemê saet 16.00’an li Apollo Kîno (Limmerstraße 50, 30451 Hannover) bi mijara Sakîne Cansiz wê fîlmek were nîşandan.