Piştî ku qeyûm lê hat bicihkirin, avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê veguheriye avahiya qereqolê. Polîsên ku di nava avahiyê de digerin, xebatkarên jin tacîz dikin. Personeleke jin a şaredariyê, ku nexweş navê xwe eşkere bike anî ziman, ku tacîza polîsan li ber deriyê avahiyê dest pê dike, li nava avahiyê û li her cihên şaredariyê heta dawiya kar dewam dike.
'DI HER KÊLIYÊ DE TACÎZ DIKIN'
Navborî diyar kir, polîs li her beşa avahiya şaredariyê hene û got, "Tacîz danê sibehê bi hatina kar dest pê dike. Jinên ku di dikevin hundirê avahiyê, ewilî bi awiran tên tacîzkirin. Piştre di nava kar de li korîdor ô odeyan dewam dike. Li vir bi devkî tacîzan dikin, piştî kar jî daxwaza hevdîtinê li personelên jin tê kirin. Em nizanin bê em ê çi bikin."
'JI BER TIRSA DERXISTINA JI KAR Û EWLEKARIYA JIYANÊ, JIN BÊDENG IN'
Xebatkara Şaredariyê da xuyakirin, ku hemû personelên jin ên Şaredariyê ji aliyê polîsan ve tên tacîzkirin û got, "Lê belê kesek nikare baxive, nikare gilî bike. Ji ber ku ditirsin ji kar bên avêtin, ditirsin bên girtin û bên kuştin."
'POLÎSAN JI ŞAREDARIYÊ DERXÎNIN'
Mexdûra tacîzê diyar kir, divê polîs derhal ji şaredariyan bên derxistin yan jî rayedar bi lez û bez li dijî tacîzê bikevin nava tevgerê. Personela Şaredariyê anî ziman, tacîz roj bi roj giran dibe û eger pêşî lê neyê girtin, dibe ku rewşeke hê nebaş rû bide.