Jin wê li dijî desteserkirina vînê têkoşîna hevpar bidin

Jinan diyar kirin ku ew ê li dijî desteserkirina vînê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û gotin : “Da ku em bibêjin ‘Bila hevşaredar/şaredarên ku hatine hilbijartin erka xwe ya birêvebirina bajaran bidomînin’ em têkoşîna xwe dikin yek.”

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya Li Dijî Jinê ya Navneteweyî li Sêrt, Amed û Şirnexê çalakî hatin kirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisi Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li avahiya DEM Partiyê ya Sêrtê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de pankartên “Li dijî tundiya mêr-dewlet Jin Jiyan Azadî” û “Em ji bo jiyaneke wekhev biryardar in” hatin vekirin û Hevseroka DBP’ê ya Sêrtê Muazzez Bulga axaftinek kir. Muazzez Bulga bal kişand ser 25’ê Mijdarê ku ji bo jinan ne tenê roja têkoşîna li dijî tundiyê ye; ew di heman demê de roja bihêzkirina xweparastinê, bilindkirina bihîzbariyê û mezinkirina tifaqan e. Bulga wiha devam kir: “Heger dewletên mêr-serdest, ji afirandinên dîrokî heta destkeftiyên roja îro yên jinan, êrîşî her cure nirxan dike, bersiva herî baş a ji bo vê yekê wê bibe raçandina xeta hevpar a têkoşîna me. Ev bi hezaran salan e em bêdeng nebûne, em îro jî bêdeng nabin; ji îro pê de jî wek hemû jinên cîhanê bi cudahiyên xwe yên hevpar tecrûbeyên xwe yên têkoşînê têkil hev bikin û hêrsa xwe mezintir bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan azadî” bi dawî bû.

AMED

Li Taxa Erwanî ya girêdayî navçeya Rezana Amedê, li mala sersaxiyê bi pêşengiya TJA’yê hevdîtina jinan hat lidarxistin.

Aktîvîstên TJA’yê, Komaleya Jinan a Rosayê, rêxistinên bajar û navçeyan yên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partí) û Şaredariya Rezan beşdarî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de behsa cureyên tundiyê û rêyên hiqûqî yên di dema şîdetê de

hatin kirin.

“EM TÊKOŞÎNA XWE DIKIN YEK”

Li Şaxa Amedê ya Meclisa Jinan a Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK), û Sendikaya Kedarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Berdevka Serdemê ya KESK’ê Ilknur Ayik daxuyanî xwend û got “Tundiya li dijî jinan û kedxwarî zêde bûye.” Ilknur Ayik diyar kir ku ew ê 25’ê Mijdarê li qadan bin û wiha axivî: “Ji bo ku em li dijî xerckirina budceya ji bo rant û şerî tê xerckirin xwedî li mafê xwe yê budceya ji aliyê zayendê ve hesas derkevin û da ku bibêjin ‘em ê li dijî dijminahiya li dijî penaberan a li çar aliyê cîhanê, li dijî şer û nijadperestiyê rabin, em ê bijîn û em ê li dijî polîtîkayên we yên malbatî ku gotara nefretê berbelav dike û dixwaze em serî li hember mêran bitewînin li qadan bin. Her dawî da ku em bibêjin bila hevşaredar/şaredarên ku hatine hilbijartin erka xwe ya rêvebirina bajaran bidomînin têbikoşin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê li Parka Narine Guran a girêdayî gundê Gundikê Melê TJA’yê mitîngek li dar xist.

Hevseroka DEM Partiye ya bajarê Şirnexê Nurcan Alturk, Hevşaredarê Gundikê Melê Gulsun Atak û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn û nêrînên li ser tundiya sîstematîk a li dijî jinan hatin parvekirin. Jinan bal kişandin ser giringiya bihevrebûna li dijî tundiyê û derbirîn ku divê tu jin bi tenê nemîne.

Piştî daxuyaniyê wêneyên Narîn Guran, Ceylan Onkel û bi dehanjin û zarokên ku hatine qetilkirin li derdora parkê ve daliqandin.