BI DÎMEN

Ji bo jinên Kurd û şoreşger bang

Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger got, “Em bi azadkirina xwe azadiya Rêbertiyê pêk bînin. Wek jinên ciwan, ji bilî xelekên koletiyê ti tiştî ku em ji dest bidin nîne.”

Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, îro daxuyaniyek nivîskî weşand, bang li jinan kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; 

“Wek Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger ku me damezirandina xwe 11’ê Îlona 2016’an îlan kir, me ragihandibû ku ji bo jinên ciwan ên Kurdistanê me pêvajoyek nû ya têkoşînê daye destpêkirin. Ev pêvajoya têkoşînê ya ku me ala berxwedanê ji fermandarên xwe yên mezin hevalên Axîn, Jiyan, Faraşîn, Mizgîn, Serhildan, Jînda wergirt, heta roja me ya îro hatiye.”

SEKNA SERÎ NATEWÎNE ŞÊNBER BÛ

Ev sekna berxwedêr, têkoşînvan ya tevgera azadiya jinê ya Kurdistanê ku li hemberî teslîmiyetê serî natewîne, di şexsê ‘tevgera jinên ciwan ên şoreşger’ de şênber bû. Zihniyeta faşîst, mêtinger, zilamserwer ji bo tepisandina vê têkoşînê çi ji dest hat kir. Bi mantixê ‘destpêkê jinê bikujin’ ku dirûşmeya wan a esasî ye, dest bi qirkirina mezin a jinê kirin. 9’ê Çileya 2013’an di şexsê hevalên Sara, Rojbîn, Ronahî de tevgera me ya azadiya jinê hat hedefkirin, hewla tepisandina têkoşîna me hat dayîn. Jinên Kurd li beramberî vê hewldana tepisandina mezin, careke din bi berxwedanek mezin bersiv dan, li Cizîr, Sûr, Silopiyayê, Geverê, Nisêbînê li dijî serweriya zilam herikîne barîqatan, nîşaneya herî şênber a lehengtiyê danîne holê. Jinên ciwan ên berxwedêr dîsa di şexsê hevalên ‘Fatma, Pakîze û Sêvê’ de hatine hedefkirin. Ji ber ku ji bo sîstema zilamserwer xetereya herî mezin jina rêxistinkirî û berxwedêr e. 

Îro em dikevin 4’emîn sala komploya 9’ê Çileyê û terora zilam hewl dide her cure polîtîkayên xwe yên êrîşê di ser jinê re li tevahî civakê belav bike. Ji bo qirkirina jinê her cure êrîşên har xistiye meriyetê. Tevahî jinên xwedî nasnameyên şoreşger bûne hedefa dewleta zilamserwer. Dewleta faşîst mêtinger a Tirk û berdevkê wê hikûmeta AKP’ê ku xwe wek şêweyê herî şênber a zilamtiyê bi rêxistin kiriye, bi polîtîkayên xwe ve tevahî jinên ciwan dike armanc. Di pêvajoya hikûmeta AKP’ê de destdirêjî û destavêtin asayî bûye. Tundî jî bûye zimanê esasî ya vê hikûmetê. Bi narkotîk û fihûşê ve jiyanek bêesil tê afirandin. Her roj zilamtî tê kişkişandin û hewl tê dayîn ku nasnameya jina berxwedêr bê pûçkirin. Lê, jinên ciwan ên berxwedêr, bi mezinkirina berxwedanê dibersivînin. Her çiqasî hikûmeta faşîst û zilamserwer a AKP’ê bi qetilkirinê, girtinê, binçavkirinê, destavêtinê hewl daye teslîm bigire jî di şexsê hevala Serhildan de ev polîtîka jî bi awayekî herî xurt hatine bersivandin. Li dijî dewleta zilamserwer a ku bi pratîka xwe ve ewqas êrîşan li ser me jinên ciwan rewa dibîne, peyam daye ku wê her derê bi xelekek ji agir ji bo dijmin bikin dojeh.
Ji 9’ê Çileyê heta 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî ji bo em jinên ciwan ên şoreşger van polîtîkayan pûç bikin, divê em ji bo dijmin jiyanê bikin jehr. Ji ber ku dijmin Rêbertiya me ku jiyana azad diyarî me kiriye, bi komploya 15’ê Sibatê kiriye hedef, dîsa hevalên Sara, Rojbîn, Ronahî yên têkoşîna azadiya fêrî me kirine qetil kirine. Jina ku ji bo dijmin îdeal ew e, wê ji ber lingê mêrê xwe veneqete, wê ji siha bav-bira-hevjînê xwe neqete, di çarçoveya sînorên malbatê yên AKP’ê xêzkirî de bibe makînaya zarokan, bi tecawizkarê xwe re di temenê zarokatî de tê zewicandin, li dijî tevahî polîtîkayên qirkirinê jî dengê xwe dernexe. Lê Rêbertiya me û têkoşîna me ya azadiya jinê ya Kurdistanê nîşanî tevahî cîhanê daye ku ji bo jinan jiyanek azad û alternatîf heye. 

Ji ber vê jî wek tevgera jinên ciwan a şoreşger ji 9’ê Çileya 2017’an ve heta tevahî sepanînên faşîst, mêtinger, zilamserwer vala bên derxistin, em dest bi pêvajoyek nû ya çalakiyan dikin. Ev pêvajoya nû ya me daye destpêkirin, wê di 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî de bigihêje lûtkeyê. Divê em her qadên jiyanê li dijmin teng bikin. Divê bi çalakiyên xwe, rêxistinbûyina xwe, têkoşîna xwe ve em bibin topek ji agir û dijmin bişewitînin. Li kolan, karxane, atolye, dibistan, barîqatan, li her qad û kêliya jiyanê pêwîst e em di berxwedanê de bin. Pêwîst e bi pêşengiya jinên ciwan em serhildanan bi rêxistin bikin. Divê bi serhildanên gel ve em vê çirava ku dijmin ketiyê hê kûrtir bikin. Pêwîst e em vê pêvajoya kaosê veguherînên kêliya azadiyê. Divê em bi Rêbertiya Azad û jina azad ve welatê azad bafirînin. Ji bo vê jî roj roja mezinkirina berxwedanê ye. Roj, li dijî zilamtiyê qîrkirina azadiya jinê ye. Roj, roja şiyarbûna jinên ku hewla bêdengkirin, pasîfkirin, teslîmgirtina wan tê dayîn. Wek Tevgera Jinên Ciwan a Şoreşger em jî xwedî îdîaya pêşengtiya vê pêvajoya nû ya têkoşînê ne. Baweriya me tam e ku em ê bi pêşengiyek rast serkeftinê bi dest bînin.”

‘EM LI DOR PARADÎGMAYA RÊBERTIYÊ KILÎT BIBIN’

Di daxuyaniyê de wiha bang li jinên ciwan ên welatparêz, şoreşger, sosyalîst hat kirin:

“Em li dor paradîgmaya Rêbertiyê kilît bibin, bi têkoşîna xwe ve jiyana azad ava bikin. Em terora zilamtiyê hilweşînin, civaka li ser esasê azadiya jinê saz bikin. Em her beş û her derên dijmin bikin hedef. Em bi berxwedan û rêxistinbûyinê biherikin nav refên azadiyê. Li dijî polîtîkayên îmha û înkarê, em têkoşîna artêşa xwe ya gerîlayên qehreman, bi serhildanên gel mezin bikin. Em bi Tevgera Jinên Ciwan a Şoreşger a navê esasî ya têkoşînê ye, bibin yek. Bi çalakiyên xwe ve em komploya navneteweyî bişkînin. Em bi azadkirina xwe azadiya Rêbertiyê pêk bînin. Wek jinên ciwan, ji bilî xelekên koletiyê ti tiştî ku em ji dest bidin nîne. Ya serkeftî, wê têkoşîna rêxistinkirî ya jinên ciwan be. Bi şîara ‘Serhildan bi pêşengtiya jinên ciwan, tolhildan heta azadiyê’, em banga têkoşînê li tevahî jinên ciwan dikin. Asta çalakiyên me yên li dijî komploya navneteweyî wê qedera sala 2017’an diyar bike. Serkeftin, jinên ciwan e ku çalak in û di rêya heqîqetê de dimeşin.”