BI DÎMEN

Cenazeyê şehîd Hogir û Serkêş Riha li Dêrikê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên QSD’ê Hogir Amed û Serkêş Riha ku di 11’ê Mijdarê de li Hesekê şehîd bibûn, li Dêrikê bi merasîmekê hatin veşartin.

Şêniyên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa yên kantona Cizîrê ji bo şervanên QSD’ê Hogir Amed (Mihemed Can) û Serkêş Riha (Mustafa Kaytan) ên ku di 11’ê Mijdarê de li Hesekê din encama teqîna mayinê de şehîd bibûn, li Şehîdgeha Xebat Dêrik hatin ba hev.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Narîşan Berekat di merasîmê de axivî û diyar kir ku ji bo jiyaneke bi ewle her tim amade ne ku fedakariyê bikin.

Endamê Federasyona Gaziyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Mihemed jî soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Şehîd Amed û Serkêş ku li hemberî komên çete li ber xwe dan, parçeyek ji bedena xwe dan û bûn gazî. Lê tevî gazî bûn jî têkoşîna xwe berdewam kirin heya gihaştin asta şehadetê." Laleş Mihemed di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da.

Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen bal kişand ser êrîşên qirkirin û înkarê ku ji aliyên dewletên dagirkerên Kurdistanê ve têne kirin û diyar kir ku gelê herêmê li hemberî tevahî êrîş û siyasetên qirkirinê rêya berxwedanê hilbijartine û wê têkoşînê bidomînin.

Cenazeyên her du şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin veşartin.