JIN
Hemû Nûçe
-
'Em ne tenê li pey serketina erdnîgarî ne'
Ji fermandarên pêngava rizgarkirina Reqayê Clara Reqa destnîşan kir, ku ew ne tenê li pey serketina erdnîgarî ne û got, ji bo armanca civakeke azad, wekhev û demokratîk ev pêngav destpêk e. -
Cezayê 2 sal û nîv ê ji bo Konca ya HDP’yî hate dayîn, hate erêkirin
Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Dîlokê, cezayê 2 sal û nîv ê ji bo Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca ya bi hinceta “Propagandakirina rêxistinê” hatibû dayîn, hate erêkirin. -
Di nava 6 mehan de 226 jin li Tirkiyeyê hatin kuştin
Li gorî rapora Weqfa Ûmût a li ser kuştina jinan, di nava 6 mehan de 226 jin li Tirkiyeyê hatin kuştin. -
Li Girtîgeha Tarsûsê kirinên dermirovahiyê
Girtiya jin a bi navê Şefîke Bîlîcî ji malbata xwe re qala îşkenceya li Girtîgeha Tarsûsê kir. -
Li Reqayê kenê şervanên YPJ'ê olan dide
Du şervanên YPJ'ê, li Reqayê bi ken û stranan 'paytexta' DAIŞ’ê hildiweşînin. -
Destaneke berxwedanê: Hatîce Altûn
Hatîce Altûn dayika ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Haydar Altûn û Riza Altûn, beriya niha bi du salan di 13'ê Tîrmehê de li bajarê Koln ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da. Berxwedan, wêrekî, rûmet û ewladên leheng li pey xwe hişt. -
Li Adîgey jinên Kurd tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
Jinên Kurd ên li Adîgeyê dijîn bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. -
Li Parîsê çalakiya edaletê
Li paytexta Fransa Parîsê jinên Kurd çalakiya lêgerîna edaletê ya ji bo 3 jînên şoreşger ên Kurd vê hefteyê jî berdewam kir. -
Tabûra xweparastinê ya jinên Ereb hate ragihandin
Jinên Ereb, di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de "Tabûra Jinên Ereb a Şehîd Amara" ragihandin. Bi zêdebûna tevlîbûna jinên Ereb li nava refên QSD'ê re, tabûra xweser ava bû. -
'Soza me ya hevrêtiyê ye; em ê têbikoşin û teqez bi ser bikevin'
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Nûdem Nûrhak û Hêvî Sorxwîn ên li herêma Kato Jîrka di meha Nîsanê de şehîd bûn, bibîr anî. -
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên jin ên şehîd eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 2 gerîlayên jin ên li herêma Kato Jîrka ya Botanê di meha Nîsanê de şehîd bûn, eşkere kir. -
Encamnameya civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê
Jinên HDP’yî diyar kirin ku wan li dijî qirkirina jinan bernameya têkoşînê danîne û xwestin ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin û azad dibe. -
'Eger em bibin yek wê destketiyên me jî mezin bibin'
Jinên tevlî civîna amadekar a 3. Konferansa Jinê ya Neteweyî bûn gotin, "Eger em bibin yek, wê hem destketiyên me mezin bibin hem jî em ê karibin pirsgirêkên xwe hê bi hêsanî çareser bikin." -
Eylem Ataş hate bibîranîn
Eylem Ataş a ku li Minbîcê di şerê li hemberî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê jinan ve hate bibîranîn û jinan gotin ku, “Eylem dema ji çeteyên DAIŞ’ê û faşîzma AKP’ê hesap dixwest, bi çûna Cizîrê re bû dengê jinên Kurdistanê.” -
Jinên Kurd biryara amadekariya konferansa 3’emîn dan
Civîna amadekar a Konferansa Jinan a Neteweyî ya 3’emîn bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. -
Ji çar parçeyan jinên Kurd: Heke em bibin yek em ê bi ser bikevin
Şandeyên ku ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî civîna amadekar a 3. Konferansa Jinê ya Neteweyî bûn, gotarên xwe dan. Jinên Kurd gotin, "Heke em bibin yek em ê bi ser bikevin." -
'Karê ji bo Konferansa Jinên Kurd stratejîk e'
Endama KJK'ê Evîn Zîlan di destpêka civîna amadekariya 3. Konferansa Jinê ya Neteweyî de axivî û got, "Karê ji bo Konferansa Jinên Kurd stratejîk e." -
Jinên Kurd ji bo yekîtiya neteweyî li hev civiyan
Jinên Kurd, ji bo amadekariyên 3. Konferansa Jinan a Neteweyî li Silêmanî li hev civiyan. -
Ji esaretê ber bi azadiyê ve: Çîroka jina Êzidî Hêza
"Ez dixwazim di vî şerî de dîroka azadiyê binivîsînim. Em keç û jinên Ezidî rizgar bikin, ez kêliyên azadiyê di çavên wan de bibînim, ez ji dil û can û germ hembêz bikim, ji ber ku êş û çîroka me yek bû. Em têkoşîna xwe bikin yek û em wan bibin Şengalê." -
Azîme û guherîna kesayetiya wê
Gerîla Azîme (Emek Ajda Adibelî), 3 sal beriya şehadeta xwe, guherîna kesayetiya xwe ya piştî diyaloga bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir, nivîsandiye. -
Jinên HDP’yî çûn serdana konê sersaxiyê
Jinên HDP’yî, çûn serdana konê sersaxiyê yê malbata Mizgîn Akdogan a ku li Erzînganê jiyana xwe ji dest dabû. -
Dayikên Şemiyê: Îbrahîm û Edîp Çelîk li ku ne?
Dayikên Şemiyê di hefteya 641'an de aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk pirsîn ên ku ji sala 1994'an ve agahî jê nayê standin û gotin ku 'Îbrahîm û Edîp Çelîk li ku ne?' -
Li Hambûrgê şoreşa Rojava hate vegotin
Li Hambûrg a Elmanya di civîna alternatîf de ya li dijî civîna G20’ê du semînerên bi navê ‘Jineolojî û têkoşîna tevgera jinan a Kurdan’ û ‘’Konfederalîzma demokratîk’ pêk hatin. -
Jin ji bo yekîtiya neteweyî dicivin
Jinên Kurd ên ji her çar parçeyan wê di 9'ê Tîrmehê de ji bo Konferansa Jinan a Neteweyî ya 3’emîn li Silêmaniyê bicivin. -
Jin ji bo edaletê dimeşin
Rêxistinên jinan hatin wî cihê ku 9 sal berê Pîppa Bacca lê hatibû kuştin û bi şîara "Ne edaleta mêran, edaleta rastîn" beşdarî meşa Edaletê bûn.