'Em ne tenê li pey serketina erdnîgarî ne'

Ji fermandarên pêngava rizgarkirina Reqayê Clara Reqa destnîşan kir, ku ew ne tenê li pey serketina erdnîgarî ne û got, ji bo armanca civakeke azad, wekhev û demokratîk ev pêngav destpêk e.

Ji fermandarên jin ên pêngava rizgarkirina Reqayê Clara Reqa, ku ji Reqayê ye, ji ANF'ê re qala bajarê lê ji dayik bû, mezin bû û rola jinan a di rizgarkirinê de kir.

Hûn li Reqayê ji dayik bûn û mezin bûn. Hûn dikarin di destpêkê de ji me re hinekî qala rewşa Reqayê ya beriya şer bikin?

Reqa bajarekî stratejîk e ku li qiraxa çemê Firatê ye. Bendav û derfetên aboriyê, pêşketina li qada çandinî û pişesaziyê bûn sedem ku mirov koçî vê derê bikin. Malbata min ji ber sedemên aboriyê, beriya salên dûr û dirêj ahtin li Reqayê bi cih bûn. Ez li wir ji dayik bûm, li wir mezin bûm û li wir çûm dibistanê. Heta ku ku pêvajoya jê re 'Bihara Ereb' dibêjin dest pê kir, em li wir bûn. Piştî ku şer dest pê kir, malbata min ku Kurd e ji bo parastinê neçar ma ji Reqayê derkeve û li gundekî Kobanê bi cih bû.
Piraniya bajar ji Ereban pêk tê, lê belê Kurd, Tirkmen û Suryanî jî hene. Ya rast, mozaîka gelan e. Şopên serdema Selahaddîn Eyyûbî lê hene. Bajarekî ku xalîfe lê jiyan û ji xwe re kirin navendek. Di dema Harûn Reşîd de weke navendekê hatiye bikaranîn. Ji ber vê rabirdûya xwe ya dîrokî DAIŞ'ê ev der ji xwe re weke paytext ragihand. DAIŞ'ê ji bo parastina mejiyê xwe, weke bajarekî pîroz didît. Cîhan pêngava li vir girîng dibîne. Bawer nedikirin ku QSD karibin bikeve nava Reqayê. Lê belê QSD kete nava Reqayê. Kedeke mezin da, berdêlên giran da, hîn jî dide û em niha ketine nava gelek tax û cihên stratejîk ên Reqayê. Bêguman ev girîng e. Bi taybetî cihgirtina di nava vî şerî de weke jinekê, pêşengiya ji vî şerî re hêsan nîne. Xwedî wateyeke mezin e.

Ev yek ji bo we tê çi wateyê?

Li vî bajarî ku veguherandin cihekî bazarê, îşkenceyên gelekî giran ên nedihat bîra kesî li jinan hatin kirin. Li nava kolanan hatin kuştin, li bazaran hatin firotin, îşkence li wan hate kirin, li malan hatin hepskirin. Niha jî pêngava Reqayê bi pêşengiya jinê tê kirin û bi pêşengiya jinê Reqa tê azadkirin. Gelek hevrêyên me yên jin ên hêja di vê pêngavê de bi vê têgihiştinê şer kirin û şehîd bûn. Li vê derê tola hemû jinan tê hilanîn.
Her jineke ev zilm lê hatiye kirin, bi rastî jî xwedî çîrokeke giran a bi êş e. Ji ber ku em jî di nav de ne, em ji kûrahiya dilê xwe bi vê dihesin. Dema mirov bi xwe dibînin, hingî hesteke tolhildanê bi mirovan re peyda dibe. Bêguman rizgarkirina cihê lê ji dayik bûme, mezin bûme, ji bo min weke şexs xwedî wateyek cuda ye. Bêguman ez qala aliyê wê yê şexsî nakim. Her jineke hate azadkirin mîna welatekî azadkirî ye. Me bi vê dirûşmê dest pê kir. Ji bo me YPJ'ê ya esasî ewlekariya jinan li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê ye. Mîsyona rast a pêşengiyê ji bo nasnameya jinê ye.

Di nava jinên Ereb de jî hin jinan li hemberî DAIŞ'ê li ber xwe dan. Hûn dikarin qala bandora YPJ'ê li jinên Ereb bikin?

Li Reqayê hin jinên Ereb bi xurtî li hemberî DAIŞ'ê li ber xwe dan. Jina Ereb Henna yek ji van e. Tevî ku çar zarokên wê li pêş çavên wê hatin kuştin, serî li ber DAIŞ'ê netewand û tawîz ji vîna xwe neda. Ew jinek bû, dayikek bû, lê belê veguherîn sembola têkoşîna jib o welat û rûmeta xwe. DAIŞ û zîhniyeta wan, li pêşberî berxwedana Henna ji xwe têk çûn. Sekna Henna, îspata têgihiştina azad a jinê ye. Bêguman têkoşîna bi salan a YPJ'ê ya li Rojava û Sûriyeyê hêz, moral û hêvî da hemû jinên li Sûriyeyê û gelemperiya Rojhilata Navîn.

We çima pêngava Reqayê weke pêngava jinê ragihandin û hûn kîjan mîsyonê didin Reqayê?

En ne tenê li pey serketienke erdnîgarî ne. Bi vê pêngavê re em dixwazin civakeke demokratîk, wekhev û azadîparêz ji nû ve bafirînin. Qet nebe ev pêngav destpêka vê ye. Her jinên Ereb ên vê dibînin, dixwazin tevlî bibin. Ya rast, ev mirovên bi salan di nava zilmê de man, dema jinên berxwedêr dîtin matmayî man. Ji ber ku vîna civakê şikandibûn; mîna miriyekî li ser piyan bû. Pêwîstî bi kedeke mezin heye. Pêwîste ev yek bi zanebûna demokratîk, civaka exlaqî û polîtîk bikin. Em YPJ û QSD ji bo vê têdikoşin.

Cudahiyeke din a pêngava Reqayê ji pêngavên din ew e, ku koordîneya şer û mejiyê şer, ji aliyê jinan ve hatiye destnîşankirin. Hûn jî di koordîneya şer de cih digirin. Bi taybetî ji aliyê artêşbûna jinê ve ev dikare çawa bê xwendin?

Em YPJ bûn xwedî tecrûbeyên gelekî mezin. Gelek berdêl hatind ayin, gelek lehengî û fedakariyan rû dan. Van hemû zor û zehmetiyan bi xwe re tecrûbeyek jî anî. Ji aliyê taktîkî ve mejiyê şer hate avakirin. Di şexsê jinê de, ku hîn bêhtir li gel difikire û nirxên gel diparêze, ev yek derket pêş. Jinê mîsyona xwe ya dîrokî nas kir, bi vê têgihiştinê vîn û tecrûbeyeke xurt a şer derxist holê. YPJ'ê bi rengekî çalak cihê xwe di nava hemû şer û pêngavên li Rojava de girt. YPJ'ê hem ji aliyê tevlîbûna li nava şer, hem jî di warê fermandariya şer de xwe ispat kir.
Dema tu di nava şer de be, weke fermandarekî tu her tiştî dibîne, dijî. Bêguman di vir de tu hînî huner û têgihiştina şer dibe. Ev jî mejiyê şer bi te re dide afirandin. Dema tu li ser kûr dibe, hem ji aliyê taktîkî ve hem jî ji aliylê stratejiya şer ve tu dibe xwedî tercrûbe.

Fermandariya YPJ'ê di qonaxê beriya niha yê pêngava Reqayê de gotibûn, ku hêza YPJ'ê her wiha weke heza kontrolê di pêngavê de cih digire. Hûn dikarin hinekî qala vê yekê bikin?

Di nava QSD'ê de gelek hêz hene. Rewşa şer, rewşeke gelekî cuda ye. Zehmet e ku mirov di şer de pêşdîtinê bikin bê kengî wê çi biqewime. Ji nişka ve guhertin çêdibin. Wekî din timî dengê fîşekan, teqînan, cenaze... Hevala/ê te li kêleka te şehîd dikeve û tu hewl dide vê fêhm bike. Ev rewşeke gelekî zehmet e. Hêza jinê ya YPJ'ê ya parastina nirxên jinê û felsefeya wê, li eniya şer di heman demê de wê dike hêza kontrolê. Gelek caran me bi hevalên xwe yên Ereb re li çeperan şer kirine. Carna xwestine ji çepera xwe derkevin. Lê belê dema jinek dest ji çepera xwe bernade û li wir şehîd dikeve, ev yek gelekî bandorê li wan dike. Vê rewşê motîvasyona wan a şer zêde kiriye.
Di vî şerî de em exlaqa şer, nirxên îsanî û parastina jiyana mirovan heta dawiyê esas digirin. Dibe ku şervanên mêr car carna di vî warî de hesas nebin. Di nava her yekîneya me de şervanên YPJ'ê hene. Hevalên me yên jin ên di nava her yekîneyê de cih digirin, her wiha hêza kontrolê ne. Her hevaleke me ya jin jî bi vê têgihiştinê tevdigere.