Jin ji bo edaletê dimeşin

Rêxistinên jinan hatin wî cihê ku 9 sal berê Pîppa Bacca lê hatibû kuştin û bi şîara "Ne edaleta mêran, edaleta rastîn" beşdarî meşa Edaletê bûn.

80 rêxistinên jinan ên ku piştgiriyê didin Meşa Edaletê li dijî şîdeta mêran a li Tirkiyeyê gotin "êdî bes e." Ji her çar aliyên Stenbolê jin hatin wî cihê ku di 6’ê Tîrmeha 2008’an de çalakvan û hunermend Pîppa Bacca bi şîdeta mêran hatibû kuştin. Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû û Parlementera CHP’ê Gulay Yedekçî tevî meşa jinan bûn.

Li ser navê jinan Damla Emreoglû daxuyanî xwend.

Emreoglû bi bibîranîna Pîppa Bacca ya ku 9 sal berê bi şîdeta mêran hatibû kuştin, dest bi axaftinê kir. Emreoglû got ku Bacca bi otostopê li cîhanê digeriya û bi xêliya xwe ya spî li Stenbolê hatibû kuştin. Emreoglû diyar kir ku îro bi hezaran jin wê ji cihê ku Bacca hatibû kuştin derbas bibin.

'DI REWŞA AWARTE DE JI 300’Î ZÊDETIR JIN HATIN KUŞTIN'

Emreoglû bal kişand ser vî tiştî ku di Rewşa Awarte de ji 300’î zêdetir jin hatine kuştin û got, "Em jî ji bo rûyê mêr ê 'edaletê' derxînin holê, bi salan e têdikoşin û ji bo me girîng e ku ji bo edaleta rastîn em li kolanan bin."

Emreoglû diyar kir ku heta ku li kolan, kar û meclîsê wekhevî tune be û demokrasî pêk neyê wê edalet jî pêk neyê û got, "Em jin ne ji bo edaleta mêran, em dixwazin ji bo edaleta rastîn bimeşin. Bi Rewşa Awarte û bêhiqûqiya hovane re, şîddeta mêran zêdetir bûye û bi girtina parlementerên jin, girtina saziyên jinan ên ji aliyê qeyûman re rewşa jin û zarokan xerabtir bûye."