Di nava 6 mehan de 226 jin li Tirkiyeyê hatin kuştin

Li gorî rapora Weqfa Ûmût a li ser kuştina jinan, di nava 6 mehan de 226 jin li Tirkiyeyê hatin kuştin.

Li gorî rapora Weqfa Ûmût a li ser kuştina jinan amade kiriye, di nava 6 mehan de 226 jin li Tirkiyeyê hatin kuştin.

Di raporê de hat gotin, "Di van bûyerên kuştinê de 201 jin û ferdên malbatê hatin kuştin. 81 jin û ferdên malbatê jî birîndar bûn. Ji 31 hevserên ku jin kuştin û piştî bûyerê hewl dan xwe bikujin, 22 jê mirin."

Weqfê ragihand, ku bûyerên kuştina jinan roj bi roj zêde dibin û diyar kir, her ku kalîteya perwerdeyê ya civakê kêm dibe, ceza li kiryarên şîdet û destavêtinê nayê birîn û yên destdirêjî û destavêtinê li jinan dikin bi biryara dadgehê tên berdan, şîdeta li jinê jî zêde dibe.

Di raporê de hat gotin, "Ol, ziman, nîjada xwe çi dibe bila bibe, li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, em kuştina jinan şermezar dikin" û hat xwestin, li kiryaran cezayê giran bê birîn ku pêşî li vê yekê were girtin.