Tabûra xweparastinê ya jinên Ereb hate ragihandin

Jinên Ereb, di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de "Tabûra Jinên Ereb a Şehîd Amara" ragihandin. Bi zêdebûna tevlîbûna jinên Ereb li nava refên QSD'ê re, tabûra xweser ava bû.

Gaveke bi vî rengî cara yekemîn e di dîroka gelê Ereb de tê avêtin. Li ser ragihandina tabûra navborî daxuyanî hate dayin û hat gotin, ev gav hê destpêk e û tabûrên wan wê li herêmên din jî ava bibin.

Ji fermandarên QSD'ê Rojda Şiyar destnîşan kir, ku bi tabûrê re wê jinên Ereb nîşanî jinên Rojhilata Navîn bidin ku li qada leşkerî dikarin xwedî rol bin û axa xwe biparêzin.

Rojda Şiyar destnîşan kir, ku bi Rojava re jinên Kurd guhertineke mezin pêk anîn û ev guhertin li hemû herêmên Sûriyeyê mînak tê dîtin.