Jinên Kurd biryara amadekariya konferansa 3’emîn dan

Civîna amadekar a Konferansa Jinan a Neteweyî ya 3’emîn bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Bi beşdariya jinên her çar parçeyên Kurdistanê û yên Ewrûpayê ji bo amadekariyên Konferansa Jinan a Neteweyî ya 3’emîn li Silêmanî civîn hatibû lidarxistin. Civîn bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Encamnameya civînê bi zaravayên Soranî û Kurmancî ji aliyê Berdevka kordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan û Nûnera Tevgera Goran Aşitî Ezîz ve hatin xwendin.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku di civînê de biryara lidarxistina 3. Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd hatiye girtin.

Di encamnameyê de ev tişt hate gotin

“ Em di 9’ê Tîrmehê de li bajarê Silêmaniyê, bi amadebûna nûnerên hemû partiyên siyasî yên jin û nûnerên rêxistinên jin, ji bo amadekariya 3’emîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd kom bûn. Di civîna me de rewşa jinan ya li Kurdistanê û pêşketinên ku li Rojhilata Navîn rû didin hatin guftûgokirin.”

HETA SERKEFTINÊ WÊ TÊKOŞÎN BIDOME

Em di cîhaneke pirsgirêkên kûr yên siyasî, eskerî, aborî û civakî tê jiyîn re derbas dibin. Navenda pêşketinan jî bi giştî Rojhilata Navîn û bi taybet jî erdnîgariya Kurdistanê ye. Pergala modernîteya kapîtalîst ku nûnertiya pergala merparêz ya 5 hezar salan dike xetimîn, alozî û kaoseke mezin dijî. Ji bo vêya derbas bike û temenê xwe dirêj bike, li ser esasê plansazî û projeyên nû bi taybet li ser axa Kurdistanê dixwaze hindek hemleyên nû bike. Eger ev şert û mercên niha hene baş werin destgirtin, ji bo Kurdan jî fersendên girîng pêşkêş dike. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û jinê ji niha ve bi biryardariyeke mezin, bawerî û îddîa li tevahiya Kurdistanê bilind dibe. Heya doza azadiyê ya gelê Kurd li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û Şengalê bi ser nekeve wê ev têkoşîn berdewam bike.”

LI HER DERÊ JIN KEDA WAN TÊ XWARIN

Jinên Kurd ragihandin ku ewê bi berdewamî pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û ji têkoşîna bidestxistina statûyê re bikin û bi berdewamî wiha hate gotin: “Di civîna ku îro me lidarxist de me rewşa jinên Kurd dest girt. Jinên Kurd di nava pergaleke mêrparêz ya 5 hezar salî de  rû be rûyê metîngeriyeke pir mezin e. Jinên Kurd di nava pirsgirêkên kûr yên civakî de, jiyaneke zehf zehmet dijîn. Ji sala 2017’an ve li tevahiya Kurdistanê mirinên jinan, kuştinên dibin navê namûsê de, xwekuştin, şîddeta li dijî jinê, jinê kişandina nava fihûş û bikaranîna madeyên hişbir de zêdebûn çêbûye. Kedxwariyeke pir alî li ser jinê tê pêkanîn. Her wisa jin ji aliyê pergala zilamsalar ve ji derfetên siyasetê, xweparastinê, aboriyê tên bêpar hiştin.”

Di encamnameyê de hate ragihandin ku Kurd û bi taybet jî jinên Kurd divê bi ruheke hevpar li hember hemû pirsgirêkan bisekinin û ji bo çareseriyê bixebitin.

Encamname wiha berdewam kir: “ Li ser bingeha prensîbên azadî, demokrasî û wekheviyê yekîtî sazkirin, rêxistinên hevpar avakirin girîng e. Li Kurdistanê azadiya rasteqîne di yekîtiya gelê Kurd û jinên Kurd re derbas dibe. Divê em jin ezmûnên xwe hîn bihêztir ji hev re ragihînin û ji bo azadiyê têbikoşin.”

KOMÎTEYA AMADEKAR

Di encamnameyê de hate gotin ku komîteyeke amadekar ya ji bo konferansa 3’emîn ya Jinên Kurd hatiye diyar kirin. Komîte ku ji 22 nûnerên partî û rêxistinên Kurd yên çar parçeyên Kurdistanê pêk tê, wê xebatên lidarxistina konferansa 3’emîn bimeşînin.