Eylem Ataş hate bibîranîn

Eylem Ataş a ku li Minbîcê di şerê li hemberî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê jinan ve hate bibîranîn û jinan gotin ku, “Eylem dema ji çeteyên DAIŞ’ê û faşîzma AKP’ê hesap dixwest, bi çûna Cizîrê re bû dengê jinên Kurdistanê.”

Endamên Partiya Şoreşger Eylem Ataş bibîranîn. Eylem Ataş endama MLKP’ê bû û di 7’ê Hezîrana 2016’an de di şerê li dijî DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê 101 rojan li ser sînor hatibû sekinandin.

‘JI BO KOBANÊ AGIR DADAN’

Piştî rêzgirtin û guhdarkirina helbestan endama Jinên Partiya Şoreşger Denîz Ozdemîr axivî û got, “Me jinên ku bedenên wan ên tazî li kolanan hatin teşhîrkirin û ji ber lixwekirina şort pehîn xwarine, tu carî ji bîr nekir. Eylem wekî hevalên xwe Ozge, Asiye û Heval bi salan e di nav têkoşînê de ne. Li Enqereyê ev têkoşîn qiriyan. Bedenên xwe bi wezaretê dan zincîrkirin. Ji bo Kobanê agir dadan û ji bo azadkirina kampusan têkoşiyan. Em soz didin ku em ê têkoşîna wan geştir bikin.”

‘EM SERBILIND IN KU TÊKOŞÎNA WÊ DIDOMÎNIN’

Piştre jî li ser navê Jinên Ciwan ên Azad Hasret Îrem Korûcû axivî û got, “Me Eylem bi zarokên selpakfiroş nas kir. Me Eylem bi çalakiyên kurtajê nas kir. Eylem li pêşiya barîkatan bû. Em serbilind in ku em têkoşîna Eylemê li van kolan û barîkatan didomînin.”

Piştî axaftinan nîşandana sînevîzyonê hate kirin û li ser navê Eylemê, Pirtûkxaneya Eylem Ataş hate vekirin.