'Eger em bibin yek wê destketiyên me jî mezin bibin'

Jinên tevlî civîna amadekar a 3. Konferansa Jinê ya Neteweyî bûn gotin, "Eger em bibin yek, wê hem destketiyên me mezin bibin hem jî em ê karibin pirsgirêkên xwe hê bi hêsanî çareser bikin."

Jinên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî civîna amadekar a 3. Konferansa Jinê ya Neteweyî bûn gotin, yekîtiya gelê Kurd bi yekîtiya jinan dibe. Ji beşdarên civînê parlamentera Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) Meryem Samed, Hevseroka Meclisa Damezrêner a Federasyona Bakurê Suriyeyê Hediye Yûsif û endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ferîd Sedûn ji ANF'ê re axivîn.

'WÊ BI KÊRÎ YEKÎTIYA KURDAN WERE'

Parlamentera YNK'ê Meryem Samed diyar kir, ev civîn ji bo yekîtiya jinên Kurd û neteweya Kurd girîng e û got, "Cihê kêfxweşiyê ye, ku jinên Kurd ji bo lidarxistina 3. Konferansa Jinê ya Neteweyî îro li vir li hev civiyan e. Em careke din dibînin, ku jinên Kurd bi qasî li qada siyasetê, li hemû qadên jiyanê bi rola xwe radibin. Rola wan a ji bo yekîtiya neteweyî jî yek ji van e. Bi dîtina min ev karekî girîng bû. Niha jî em ê komîteya amadekar a konferansa xwe ava bikin. Hêvîdar im wê bibe karekî xweş û yekîtiya neteweyî ya Kurdan jî bi yekîtiya jinên Kurd pêk were."

'DIKARE BIBE MEKANÎZMA ÇARESERIYÊ'

Samed got, di encama vî karî de ew dixwazin mekanîzmayekê ava bikin û işaret bi pirsgirêkên jinan ên her parçeyekî Kurdistanê kir. Samed wiha dewam kir: "Em dixwazin vî karê xwe veguherînin mekanîzmayeke çareseriyê, ku li kîjan herêma Kurdistanê dibe bila bibe, pirsgirêkên jinan çareser bike. Ji aliyê mafên jinan ve her çend li Kurdistanê astek hatibe bidestxistin jî hê ev yek ne asta tê xwestin e."

SÎWANEKE NETEWEYÎ

Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federasyona Bakurê Suriyeyê  Hediye Yûsif destnîşan kir, ku jinên Kurd di serî de li Rojava bi roleke gelekî mezin radibe û ev rol bi ser xistiye. Yûsif ji bo mezinkirina destketiyan bal kişand ser girîngiya yekîtî û têkoşîna hevpar. Yûsif got, "Dema ku mirov li bûyerên krîtîk ên li Rojhilata Navîn diqewimin dinerin, dibînin ku jinên Kurd di vê pêvajoyê de bi rola pêşengiyê radibin. Jin hem ji laiyê parastina civakê ve, hem jî ji aliyê rêxistinkirin û veguherînê ve bi roleke mezin rabûn. Lewma em jin dikarin yekîtiya civakê pêk bînin. Ji bo vê jî divê jin di bin sîwaneke neteweyî de li hev bicivin û destketiyên xwe mezintir bikin."

'JINA RÊXISTINBÛYÎ CIVAKA RÊXISTINBÛYÎ DAFIRÎNE'

Yûsif got, "Jineke rêxistinbûyî civakeke rêxistinbûyî dafirîne" û wiha dewam kir: "Eger civaka Kurd jî bibe yek û xwe bi rêxistin bike, tevî hemû êrîşan jî wê gavên mezin û dîrokî bavêje. Me di vê civîna xwe de pirsgirêkên jinan û pirsgirêkên ku dibin sedem ku civak li paş bimîne, nirxand. Ji bo amadekariya 3. Konferansa Jinê ya Neteweyî me komîteyeke ji 22 kesî ava kir. Jinên Kurd wê di vê pêvajoya dîrokî de rê li ber pêşketinên girîng vekin."

'EM SERBILIND IN Û LI VIR IN'

Delegeya Şengalê ya civînê endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ferîde Sedûn jî anî ziman, ku ew jineke Êzidî cara yekê ye tevlî civîneke bi vî rengî dibe û got, "Tevî fermanên bi ser me ve rabûn, em serbilind in û li vir in." Sedûn wiha dewam kir: "Ev civîna ku jinên Kurd ên ji her parçeyî û xwedî nêrînên cuda lê bûn, ji bo me gelekî girîng bû. Her wiha ji bo me jinên Êzidî tiştekî nû bû. Em jinên Êzidî bi serbilindî tevlî vê civînê bûn. 74 ferman li me rabûn. Ji bo careke din ferman li me ranebin, jinên Êzidî biryar dan ku xwe birêxistin bikin. Niha jî zêdeyî 4 hezar jinên Êzidî di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne. Ji me yên mayî jî li çar aliyên cîhanê belav bûn. Ji bo ev nebin, em dibêjin; yekitî."

'JINÊN ÊZIDÎ ÎRO LI REQAYÊ OPERASYONÊ DIKIN'

Sedûn bibîr xist, jinên Êzidî yên li bazarên çeteyên DAIŞ'ê dihatin firotin, îro li dijî 'paytext'a DAIŞ'ê li Reqayê operasyonê dikin û got, "Beriya her tiştî divê di navbera jinan de tifaqek hebe. Heta ku jin nebin tifaq, zehmet e civak bibe tifaq. Me jinên Êzidî li Şengalê xwe bi rêxistin kir. Ji aliyê leşkerî û civakî ve me xwe bi rêxistin kir. Jinên Êzidî yên ragihiştine çekê, îro li Rreqayê li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Ji bo me, tiştekî ji vê mezintir nîne."