Li Hambûrgê şoreşa Rojava hate vegotin
Li Hambûrg a Elmanya di civîna alternatîf de ya li dijî civîna G20’ê du semînerên bi navê ‘Jineolojî û têkoşîna tevgera jinan a Kurdan’ û ‘’Konfederalîzma demokratîk’ pêk hatin.
Li Hambûrg a Elmanya di civîna alternatîf de ya li dijî civîna G20’ê du semînerên bi navê ‘Jineolojî û têkoşîna tevgera jinan a Kurdan’ û ‘’Konfederalîzma demokratîk’ pêk hatin.
Li Elmanya Hambûrgê li dijî Civîna G20’ê ku îro dest pê kir û sibe jî wê berdewam bike ev heftiyeke çalakî hene û bi sedan sazî û dezgeh bi lêgerîna civîna alternatîf bernameyên cuda pêk tînin. Di nav vê çarçoweyê de 6-7’ê Tîrmehê 42 semîner û panêl bi navê ‘’Civîna Alternatîf’ pêk hatin. Di civînê de ku nûnerên Rojava jî hazir bûn, Meclîsa Jinan Rojbîn a Hambûrgê û Bûroya Aştiyê ya Jinên Kurd, CENÎ’yê panêla bi navê ‘’Jineolojî û Têkoşîna Jinan’ û NAV-DEM’ê jî bi navê ‘Konfederalîzma Demokratîk’ panêl dan. Di panêlan de ku têkoşîna jina Kurd û Şoreşa Rojava hatî gotin, pêwendiyeke zêde ya Ewropiyan ji bo panêlan hebû.
‘LI ROJAVA JIN JI BO ME TÊDIKOŞIN’
Anja Fach û Dillar Dîrik tevlî panêla ‘Jineolojiyê’ bûn. Dîrik bal kişande ser dîroka jineolojiyê û got: ‘’Di dîrokê de tim hişmendiya mêr zext li ser jinê kiriye. Jin tine hatiye hesibandin û heta niha hatiye. Pergala serwer a zilêm ji jinê bê par zanist û felsefe û şêwazeke jiyanê afirandiye ev kiriye xwemalê dîrokê. Sedema krîz û kaosa berdest ev firazeya sîstemê ye. Heke em jin li dijî vê sîstemê dernekevin û neguherînin wê wiha bidome.’’
Fach jî bal kişande ser giringiya Şoreşa Roajva û got: ‘’ Femînîzma li dinyaya rojava pêk tê ti çareserî neaniye. Ji bo vê jî di mijara guherandin û veguherandina sîstemê de li Rojava bi pêşengiya jina Kurd sîstemeke alternatîf tê avakirin. Hêla vê ya herî girîng ew e ku ev bi destê jinê tê afirandin. Dinyaya rojava divê bibîne ku têkoşîna li wir ne tenê ji bo Rojhilata Navîn e lê ji bo wan e jî.’’
‘EM DEMOKRASIYÊ BERBELAV BIKIN’
Reîmer Heîder, ji Insîyatîva Ji Abdullah Ocalan re azadî di semînera ‘Konfederalîzma Demokratîk’ de axivî û bal kişande ser dîroka Kurdistanê. Heîder got Konfederalîzma Demokratîk ji bo hemû gelan pêdiviyeke jêneger e û got: ‘’Sîstemeke wiha ye ku hemû gel bi hev re dikarin bi azadî bijîn. Îro diyar bûye ku sîstema dewletê xizmetê ji gelan re nake. Ji bo vê jî di serî de dewlet bi demokratîzekirin hemû sîsteman mirov dikare bixe bin xizmeta gelan.’’