Cezayê 2 sal û nîv ê ji bo Konca ya HDP’yî hate dayîn, hate erêkirin

Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Dîlokê, cezayê 2 sal û nîv ê ji bo Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca ya bi hinceta “Propagandakirina rêxistinê” hatibû dayîn, hate erêkirin.

4’emîn Odeya Ceza ya Dedgeha Edliyeya Herêma Dîlokê ya ku ji bo Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca bi hinceta “Propagandaya rêxisitinê” 2 sal û nîv ceza da, bi biryara 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê ve girêda. Heyeta dadgehê, diyar kir ku biryara ku dadgeha xwecihî dayî ti kêmanî ne di delîl û ne jî di xebatan de heye, destnîşan kir ku biryar di cih de ye. Li gel zelalbûna cezayê Konca, dadgehê têkildarî nerazîbûna rewşa girtî, li ser demê girtinê bê zêdekirin, red kir.

Konca, 13’ê Kanûna 2016’an hatibû girtin, 3’yê Gulanê jî ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê v e jî hatibû berdan. Di rûniştinê de meqamê îdîayê diyarkiribû ku di derbarê Konca de, di çarçoveya doz ji sûcê “Endamtiya rêxistinê” ceza nakin, daxwaz kiribû ku bi îdîaya “Propagandakirina rêxisitinê” bê cezakirin. Lê serdozgeriya komarê sînorên xwe yên rayeyê derbas kirin û li ser nerazîbûnê 3’emîn Dadgeah Cezayê Giran a Êlihê ku ne alîgirê dozê bû Konca ya ku 29’ê Gulahê hatibû binçavkirin, di heman rojê de biryara girtina wê dabû.

Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Dîlokê a têkildarî biryara 3’emîn Dadgaha Cezayê Giran a Êlihê şîrove kir, biryara “Bê raye ye” ji bo dozê jî Dadgeha Sêrtê berpirse. Tevî vê jî dadgehê 2 sal û 6 meh di rûniştina doza 31’ê Gulanê hate pêkanîn de da Konca yê.