Azîme û guherîna kesayetiya wê

Gerîla Azîme (Emek Ajda Adibelî), 3 sal beriya şehadeta xwe, guherîna kesayetiya xwe ya piştî diyaloga bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir, nivîsandiye.

Emek Ajda Adibelî, di sala 1974'an de li navçeya Çêrme ya Çewligê ji dayik bû. Di sala 1995'an de piştî ku PKK nas kir, di ser Yewnanîstanê re tevlî nava refên gerîla bû. Di sala 1999'an de li Geliyê Metîna-Kasrokê jiyana xwe ji dest da.

Gerîla Azîme, di sala 1996'an de tevlî perwerdeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Piştî vê perwerdeyê, guhertina di şexsê wê de rû da nivîsand û tespîtên balkêş kir.

Ji pênûsa Azîme, çend ji beşên nivîsa wê ya li ser rojên li 'Qada Serokatî' û bandora perwerdeya Ocalan:

'EYNIKA KU OCALAN NÎŞANÎ ME DIDE'

"Sala 1996 û ez li qada Serokatî me. Min ti carî guhertineke bi vî rengî di şexsê xwe de nedîtibû û qet bi vî rengî nebû bûm a xwe. Li qada Serokatî ez pê hesiyam ku ji nava koledariyeke giran derketime. Min ti carî xwe ewqasî nas nekiribû. Rêbertî bi awayekî bêhempa min nîşanî min da. Ji ber vê yekê, dikarim bêjim ku bi saya wî min xwe nas kiriye, xwe dîtiye...

Rêbertî ji destpêkê heta dawiyê tevgereke kedê ye. Di emrên destpêkê yên zarokatiya xwe de bi kedê xebitî û kedê weke pîvanekê dibîne. Vê yekê bi rastî jî gelekî bandor li min kir. Yanî, ji ber ku kedê weke pîvanekê dibîne. Li dijî neheqiyên tên kirin, şerekî bi pîvan ê xwe dispêre kedê dike. Weke şervanên wî, em jî timî kedê ji xwe re esas digirin.

RABÛNA BI BERPIRSYARIYA DILSOZIYÊ RE

Yek ji taybetmendiyên Rêbertî ku gelekî balkêş dibînim ew e; dilsoziyê vediguherîne tolhildanê. Bi rêya vê yekê, hewldanên hezar salî yên dijmin ji hev dixe. Mînak; tola dayikekê bi afirandina artêşa jinê hiltîne."

YÊN KU OCALAN JÊ RE GOT

Azîme destnîşan dike, ku tiştên Ocalan jê re gotiye ew ê ti carî ji bîr neke û qeyd dike. Çend ji van qeydan ev in: Ocalan jê re wiha gotiye, "Azîme, xuya ye ji bo te, ji ferasetê wêdetir divê kesayeteke têkoşer bê afirandin. Di fikir û helwestê de divê tu têbikoşe. Di vê mijarê de ne bi rêbaza xwe, lê bi rêbaza me ya partiyê gavê bavêje. Em fêhmdarî hem jî kiryarên xwe tûj bike, hevgirtî bike. Taybetmendiyên xwe yên keça sîstemê, keça malbatê deyne aliyekî. Bi van taybetmendiyên te bi dest xistî, xwe ji nû ve bafirîne. Eger tu bi vî rengî bike, bi bersiva van bide, bawerim tuyê bibe xwedî meşek milîtanî. Bi wêrekî sozê bidin. Weke ku tê dîtin, xwegihandina hêza biryardanê û dayina hin sozên sembolîk hêsan nîne. Min hinekî hewl da wê rastiyê raxin pêş çavên we.

Divê bê zanîn, kesa/ê bi gotinên bingehîn henekê xwe bi xwe dike, nikare bibe xwedî meşeke qewîn. Ev jî gelekî girîng in, em henekê xwe bi rastiyan re nakin, em berevajî sozên xwe tevnagerin. Em qedir û qîmetê bidin hev û sozên hev. Em bibin xwedî sozên rast û bi ser bikevin.

Ez bawerim hûn ê bi qîmetê vê zanibin û hûnê gava destpêkê ya şoreşê bi soza rastî destnîşan bikin û ji nû ve dest pê bikin."