Jin ji bo yekîtiya neteweyî dicivin

Jinên Kurd ên ji her çar parçeyan wê di 9'ê Tîrmehê de ji bo Konferansa Jinan a Neteweyî ya 3’emîn li Silêmaniyê bicivin.

Jinên Kurd ên ji her çar parçeyan û yên ji Ewropayê wê ji bo amadekariya Konferansa Jinan a Neteweyî ya 3’emîn a di 9’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê bicivin. Tê payîn ku di konferansê de komîteya amadekar a Konferansa Jinan a Neteweyî ya 3’emîn were avakirin.

Jinên Kurd ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ji zû ve ye dixebitin. Bi pêşengiya Koma Jinên Kurdistanê (KJK) di mehên dawîn de li Başûrê Kurdistanê ligel rêxistinên jinan, rêveberên jin ên partiyên siyasî, nivîskar û rewşenbîran bi dehan hevdîtin û civîn hatin kirin.

Di hevdîtinan de bêtir li ser kêşeyên jinan ên li her çar parçeyan û meseleyên hevpar ên siyaseta Kurdan hate sekinandin. Di van civînan de hat destnîşankirin ku di warê avakirina yekîtiya neteweyî ya Kurdan rola jinan a pêşengiyê heye û ji bo ku jin karibin bi awayekî xurttir beşdarî siyasetê bibin, pêwistiya mekanîzmayên hevpar hatin îfadekirin.

Piştî hevdîtinên bi rêxistinên siyasî û rêxistinên jinan ên ji her çar parçeyan biryar hate stendin ku bila amadekariyên Konferansa Jinan a Neteweyî ya 3’emîn were kirin. Li ser vî esasî wê di 9’ê Tîrmehê de bi tevlêbûna nûnerên rêxistinên jinan û siyasetmedaran civînek were lidarxistin.

Tê diyarkirin ku di civînê wê rewşa jinan a li her çar parçeyên Kurdistanê, firsend û rîskên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a ji bo gelê Kurd werin nîqaşkirin.

Di civînê de tê payîn ku ji bo Konferansa Jinan a Neteweyî ya 3’emîn komîteya amadekar were avakirin.