'Soza me ya hevrêtiyê ye; em ê têbikoşin û teqez bi ser bikevin'
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Nûdem Nûrhak û Hêvî Sorxwîn ên li herêma Kato Jîrka di meha Nîsanê de şehîd bûn, bibîr anî.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Nûdem Nûrhak û Hêvî Sorxwîn ên li herêma Kato Jîrka di meha Nîsanê de şehîd bûn, bibîr anî.
Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin, "Dewleta Tirk ji bo derbê li têkoşîna me bide, li hemû qadan bênavber operasyonan li dar dixe, li hemberî vî tiştî jî hêzên me yên gerîla berxwedaneke mezin nîşan didin û derbên giran li artêşa Tirk dixin."
Fermandariya YJA Starê işaret bi berxwedana mezin a hêzên gerîla ya li dijî operasyonê kir û wiha dewam kir: "Di operasyona Kato Jîrka ya navbera 22-28'ê Nîsanê de hevrêyên me Nûdem Maraş (Turkan Yuksel) û Hêvî Sorxwîn (Şukran Kaçar) şehîd bûne. Em bi rêzdarî herdu hevrêyên xwe bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Di şexsê herdu hevrêyan de em sozê didin hemû şehîdên şoreşê heta ku em têkoşîna xwe azadiyê bigihînin serfiraziyê em ê têkoşîna xwe geştir bikin."
'HEVRÊ NÛDEM BÛ MÎNAKEK JI MILÎTANIYA PKK Û PAJK'Ê
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hate dayin:
"Hevrê Nûdem li Elbistanê ya bi ser Mereşê ji dayik dibe. Malbata wê demokrat û welatparêz e. Ji ber ku Elewî ye, rûyê cihêkar û şîddet ê dewletê zû nas dike. Vê rastiya qirker a dewleta Tirk di qetlîama Mereşê de dibîne û dijî. Diya hevrê Nûdem di sala 1995’an de di Qetlîama Gaziyê ya li Stenbolê tê kuştin. Hevrê Nûdem di jiyana xwe de rastî êrîşên zext, qetlîam û zayendî yê dewletê hatiye. Li hemberî vî tiştî li hemberî van êrîşan helwesteke şoreşger diyar kiriye û di têkoşînê de cihê xwe girtiye.
Hevrê Nûdem a ku bûye pêşenga têkoşîna li dijî faşîzm û qirkirinê di heman demê de di xebatên azadiya jinê de jî cihê xwe girtiye. Bi salan di nav xebatên civakî û siyasî de, di nav gel de roleke pêşeng lîstiye. Piştî demeke dirêj vê têkoşîn û peywirên xwe têr nedîtiye û biryar daye ku têkoşîna xwe di nav refên gerîla de bidomîne. Piştî ku demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê maye, ev tişt jî têrî wê nekiriye û meşiyaye Botanê. Vê meşa hevrê Nûdem tê wateya ku meşa bajarên Kurdistanê ya ber bi çiyayan û meşa çiyayan ya ber bi bajaran. Ev meş tê vê wateyê ku heqîqeta Kurdistana azad û jina azad di şexê Wê de ji bajaran ji çiyayan re û ji çiyayan ber bi bajaran re dibe pir.
Heval Nûdem, ji roja tevlî nava partiyê bû û heta dema şehîd bû, li ser paradîgmaya Rêbertî û xeta azadiyê ya jinê gelekî kûr bû. Sekna wê ya şexsî, şêweyê tevlîbûnê û têkoşîna wê, xetek e. Bi taybetmendiyên xwe yên sade, dilnizm, hevrêtî û kesayetiyeke zana, bû mînaka tevlîbûnê ya milîtaniya PKK û PAJK'ê. Tecrûbe û daneheviya xwe ya ramanî, bîrdozî, siyasî, rêxistinî û leşkerî ku di nava têkoşînê de bi dest xist, di nava jiyanê de nîşan da û bi vî rengî ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin û rêz û hurmet jê re hate nîşandan.
'HEVRÊ HÊVÎ HER TIM LI REFÊN PÊŞ BÛ'
Hevrêya me Hêvî, dilsoza têkoşîna azadiyê bû û hevrêyeke ku daxwaza xwe ya têkoşînê gelekî xurt bû. Di nava têkoşînê de her tim li nava refê herî pêş cih girt û li ser vê bingehê berê xwe da herêma Botanê ya Bakur. Bi tevlîbûneke çalak, li herêma Botanê bi erk û berpirsyariyên xwe rabû. Tevî sekna xwe ya bi moral, bi însiyatîf û pratîkî, di têkiliyên hevrêtiyê de ji dil bû û cihê aliyê hemû hevrêyên xwe ve dihate hezkirin.
'BIRYARDARIYA ME ZÊDE BÛYE'
Şehadeta hevrêyên me Nûdem û Hêvî, daxwaz û biryardariya me ya têkoşîna li dijî faşîzmê zêdetir kiriye. Di sedsala 21'ê de, her ku polîtîkayên wê yên qirkirinê qels dibin faşîzm bêhtir êrîşkar dibe. Em soz didin ku di serdemeke bi vî rengî de em ê xwedî li xeta hevrêyên xwe Nûdem û Hêvî derkevin, bi vî rengî bimeşin, têbikoşin û bi ser bikevin. Ev yek soza me ya hevrêtiyê ye. Em ê têkoşîna xwe xurtir bikin û Kurdistana Azad û sîtema jinê ya azad teqez bafirînin. Em ê faşîzma AKP û MHP'ê têk bibin. Di şexsê hevrê Nûdem û Hêvî de em vê sozê didin hemû şehîdên xwe yê şoreşê."