Encamnameya civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê
Jinên HDP’yî diyar kirin ku wan li dijî qirkirina jinan bernameya têkoşînê danîne û xwestin ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin û azad dibe.
Jinên HDP’yî diyar kirin ku wan li dijî qirkirina jinan bernameya têkoşînê danîne û xwestin ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin û azad dibe.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya Civîna Berfireh a 8-9’ê Tîrmehê ragihand.
Di encamnameyê de di şexsê Hevseroka Berê Fîgen Yuksekdag de jinên li girtîgehan hatin slav kirin.
Di encammaneyê de li dijî gotina 'terorîst' a ji bo Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ji hêla Serokkomar Erdogan ve hatî gotin helwest hate nîşandan û hate gotin:
HEVSEROK NÛNERÊN 6 MILYONAN IN
"HDP ku 3. partiya mezin a Tirkiyê ye û hevserokên wê nûnerên 6 milyon deng in, mîsogeriya nûnertî û wekheviya jinê ya di siyasetê de ye. Partiya me ji ber ku mîsogeriya demokrasî, wekhevî, azadiyan e di hedefa desthilatdariyê de ye. Ev êrîş di heman demê de bi ser wê hedefê de ye ku jin bûye hêmana damezirîner a di siyasetê de . Nayê qebûlkirin ku hevserokên me, endam û rêveberên me rehîn werin girtin û ji wan re ‘terorîst’ were gotin. Ev nîşandeya hişmendiya zilam-serwerî û zextê ye. Em jinên HDP’ê destûrê nadine vî tiştî."
Di encamnameyê de hate gotin ku ew dev ji hevseroktiyê û temsîla wekhev naqerin, ew ê mudaheleyî li siyaset 'nêr' bikin û têkoşîna veguherandina wê bidomînin. Di encamnameyê de kuştina jina penaber a ducanî ya mihacira Sûriyê û kuştinên li ser jinan hate destnîşankirin û hate gotin:
"Sîstema ku di hemû qadên jiyanê de nedadmendiyê geş dike, şer gur dike, derfetên aştiyê nepêkan de, yekrengiyê ferz dike FAŞÎZM e. Erdogan, weke ku me di pêvajoya referandûmê de dîtî desthilatdariya xwe qeyîm dike."
KUŞTINA EMÎNA
Di encamnameyê de kuştina Emîna hate destnîşankirin û hate gotin, ‘’Kuştina Emîna ji polîtîkaya Rojhilata Navîn a Hikûmetê û ji êrîşkariya nîjatperest a ku li welêt tê gurtkirin ne bêrî ye. Zilam-serweriya ku ji faşîzma geşbûyî dixwe bi tundiya xwe jiyanê li jinan teng dike, tundiya li ser jinê, destwerdana li rengê jiyanê û kuştinan jinan bi her hawî jiyanê li mirov dijwar dike. Tê xwestin ku tundî ji bo jinan were asayîkirin.
Her wiha bi domdarî hate gotin ku ew ê destûrê nedin desthilatdarbûna tundiya dewlet û zilêm û hevgirtina jinê li hemû qadên jiyanê geş bikin û daxwaza xwe ya bi rengê ‘ ne dadmendiya zilêm, dadmendiya rastî’ biqêrin û doza jinên wekî Yasemîn Çakal ku mafê xweparastinê bi cih anî, bişopînin, bi ser bikevin, bi hev re bimeşin.
ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ BERDEWAMIYA HIŞMENDIYA DAIŞ’Ê YE
Di dewama encamnameyê de hat gotin, "Polîtîkayên navtêder ên AKP’ê ne li welêt na li Rojhilata Navîn jî şer geş dike û berbelav dike. Rejîma Erdogan ji bo ku krîza ku li hundir dijî binixumîne, ji bo ku desthilatdariya xwe qeyîm bike polîtîkayên xwe yên nîjatperestiyê li qada navnetewî didomîne. Li gel ku polîtîkayên wan ên li ser Rojhilata Navîn heta niha têk çûne jî, haziriyên dagirkirina Efrînê nîşan daye ku ji hişmendiya DAIŞ’ê ya ku li Rojava dixwaze şoreşa wekhevîxwaz, azadîxwaz, şoreşa demokratîk a jinê bifetisîne ne cudatir e."
ŞER ZEXTÊ LI JINAN DIKE
Di encamnameyê de bi domdarî hate ragihandin, siyaseta bi rikdariya şer û tundiyê ya li Tirkiyê û Rojhilata Navîn ji bo welêt û gelên herêmê û jinan tinekirin e û bi domdarî hate gotin: "Gelên me nikarin mehkûmî vê rewşê bikin. Şer û milîtarîzm a ku ji mêj ve li Kurdistanê sazkar e berê xwe nedaye tenê jina Kurd. Şowenîzm û serweriya zilêm a ku ji şer dixwe berê xwe daye hemû jinên Tirkiyê û wan mehkûm dike ku bi zext û tundiyê bijîn."
OCALAN DIVÊ AZAD BIBE
Herî dawî wiha hate gotin: "Birêz Abdullah Ocalan ku bi misyona xwe ya di siyaseta Kurd de û bi perspektîfa xwe ya azadîxwaziya jinê kiriye ku bi milyonan jinên Kurd di têkoşîna wekhevî û azadiyê de çalak bin, hê jî di nav şertên giran ên tecrîdê de tê hiştin. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ku di avakirina aştiya Tirkiyê û Rojhilata Navîn de, ji bo çareseriyeke demokratîk û mayinda risteke çalak daye ser milê xwe, demildest divê were rakirin û divê bigihije azadiya xwe."
Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar dike li ser van hemû rastiyan bernameya xwe ava kirine lê derbarê kitekitan zêde agahî nade.