Destaneke berxwedanê: Hatîce Altûn

Hatîce Altûn dayika ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Haydar Altûn û Riza Altûn, beriya niha bi du salan di 13'ê Tîrmehê de li bajarê Koln ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da. Berxwedan, wêrekî, rûmet û ewladên leheng li pey xwe hişt.

Hatîce Altûn... Destaneke berxwedan û wêrekiyê. Dayikeke ku deriyê xwe li HakÎ Karer, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Dogan Kiliçkaya, Hayrî Dûrmûş vekir, ew xwedî kir û parast. Hem şahidî ji dîrokeke mezin re kir, hem jî ji wan lehegan re bû dayik.

Dîrokeke bi rûmet. Di heman demê de dîrokeke bi êş, zilm û mirinê dagirtî...

Di dema damezrandina PKK'ê de keda dayika Hatîce gelek bû. Kurekî wê û du neviyên xwe li nava refên azadiyê şehîd bûn.

Dema kurê wê Haydar bi birîndarî dîl tê girtin, dayika Hatîce bi carekê ve bêdeng dibe û piştre serê xwe radike û dipirse "Gelo li xwe mikur hatiye?" Dema ku dibihîse ku gotinek jî ji devê wî derneketiye, hingî dilê wê rehet dibe. Ji neviyên xwe re qala Abdullah Ocalan, Kemal Pîr, Hakî Karer, Hayrî Dûrmûş, Mazlûm Dogan dike û wan bi vî rengî mezin dike.

Hatîce Altûn dayika ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Haydar Altûn û Riza Altûn, beriya niha bi du salan di 13'ê Tîrmehê de li bajarê Koln ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da. Berxwedan, wêrekî, rûmet û ewladên leheng li pey xwe hişt. Dayika Hatîce, çend sal beriya wefata xwe qala wan salên zor û zehmet kiribû:

"Em bi eslê xwe ji Dersimê ne. Navê bavê min Xido bû. Dewlemend bû, mirovên wî hebûn. Wextekê eşqiyatî kiriye. Mirovekî ku timî li ber dewletê radibû. Dayika min ji Sêwasê aniye. Giraniya gotina wî hebû. Zarokên xalê bavê min jî bûbûn eşqiya. Ew li gundekî din diman. Eşqiyayên din jî hebûn. Ji bo pereyan pêşî li birayê min Veysel digirin û dema ku nade, wî dikujin. Zewicî bû, zaorkên wî hebûn. Lê belê xizmên min ên eşqiya diçin heyfa birayê min hiltînin.

Ez li gund zewicîm. Hevserê min pismamê min bû. Bavê wî li seferê miribû. Bavê min ew anî bû û mezin kiribû. Min bi zorê pê re zewicandin. Min jê hez nedikir. Bi zorê ez zewicandin.

Piştî wextê em bi derdê mala xwe ketin. 7 zarokên min ji dayik bûn. Ya herî biçûk Nûrhayat e. Beriya wê Haydar hebû. Riza biçûkê Xezal û Bêzar bû. Yê herî mezin Seîd bû. Riza gelekî jîr û jêhatî bû. Me nikarîbû bi wî.

Ji Kayseriyê em çûn Tûzlûçayirê. Ewilî em ketin xaniyekî kirê. Piştre me li ser rêya NATO xaniyek kirî. Hingî xaniyek du xanî li wir hebûn. Xaniyê me biçûk bû. Heval xebitîn û xanî mein kirin. Ji bo zarokên me bixwînin, bibin karmend, pere qezenç bikin em hatin Enqereyê. Saît û Xezal dixwendin. Piştî ku partî hat, hemûyan dev ji xwendinê berdan.

Riza li Tûzlûçayirê bû şoreşger. Li Tûzlûçayirê heval gelek bûn. Ciwan dihatin mala me. Hin ji wan şehîd bûn. Kazim, Cemal ew dijîn. Gelek ji wan hebûn, navê wan ji bîra min çûne.

Mal şev û roj tijî bû. Serok dihat daxivî. Dema şaşitiyek çêdibû Serok sererast dikir. Me jî xwarin û çay çêdikir. Rojekê, piştî ku Serok xwarina xwe xwar û çaya xwe vexwar, min jê re got, 'tu biçe razê'. Serok jî got, 'Çima? Tu min diqewirîne?'. Min jî jê re got, 'Ez te naqewirînim. Hevla hemû li ser piyan man, birçî ne. Li cem te nikarin bixwin. Bila ew jî bixwin'. Wî jî got, 'Temam, eger ti wiha dibêje, ez diçim'.

Wê çaxê Kesîre ji min re got, 'Bila her kes biçe li mala xwe xwarinê bixwe. Tu çima xwe diwestîne? Tu xwarinê çêdike, çay çêdike, xizmetê dike'. Min jî jê re got, 'Ez ji dil çêdikim. Tu neyê mala min. Ji niha û pê ve tu neyê mala min'. Kesîre derket û çû. Careke din jî nehat. Ji xwe bavê wê ajan bû.

Rojekê Kemal Pîr, Mazlûm Dogan hatin. Yên dihatin nîşanî me nedidan. Bi dizî dixistin odeyê. Min jî ji qulika derî lê dinerî. Lê ez dîtin. Min jî got, 'Min xwest bibînim bê ev kî ne'. Lê Riza nedihişt. Ez çûm cem Serok û min jê re qala derdê xwe kir. Riza hat ji min re got, 'tu çi pê re axivî'. Min jî got, 'Çi zanim, li ser tiştekî axivîm. Tu nahêle ez vî cihê biçûk jî lê binerim'.

WÊ ÇAXÊ JI RIZA RE GOTIN ŞÎRKET

Şevekê li derî xistin. Zarok hemû li malê bûn. Ez ketim nava fikaran. Min got, 'Kî ye?' Gotin 'Derî veke'. Min got, 'Hun bêjin ku kî ne, ez jî derî vekim'. Gotin, 'Şîrket li malê ye?' Wê çaxê ji Riza re digotin 'şîrket'. Gotin, 'Ev der mala şîrket e, xaltîkê derî veke, em wî nas dikin'. Ez jî çûm odeyê min ji Riza re got, 'Riza navê te dibêjin'. Heval hemû rabûn, ketin nava fikaran. Derî vekirin, yên hatibûn heval bûn. Hev hembêz kirin. Bi xwe re çenteyekî tijî çek anî bûn.. Gelekî kêfa wan hatibû, diketiyan.

EZ Ê XWEŞ VEŞÊRIM

Li mala me gelekî man. Heta 12'ê Îlonê, du rojan carekê davêtin ser mala me, lê min tiştek bi destê wan ve berneda. Min çek xwe vedişart, bi tonan çek veşart. min ti ji çekan heta roja îro bi destê dewletê ve berneda. Ez wêrek bûm. Lê niha nemaye. Pîr bûme. Emnikarin tiştekî bikin.

Riza girtin. Ez jî bi Hasan re çûm Amedê. Jinan li min dinerîn. Digotin, 'Bêvila vê dişibe kivircik'. Min got, 'Kivircik kî ye?' Gotin 'hevalek e'. Ji Riza re digotin 'Kivircik'. Piştî ku Hasan lê pirsî, ji me re gotin 'Riza şandine Edeneyê, sirgûnê'.

DEMA KU ESAT OKTAY DÎT

Ez çûm, lê Riza ne li wir bû. Îşkencekar Esat Oktay Yildiran derket pêşiya min.

Min jê re got, 'Kurê min li ku ye?'

Got, 'Me ew kuşt, bila serê te sax be'.

Min jî jê re got, 'Bila serê te sax be. Min ew ji bo vê rojê aniye dinyayê. Hê 5 neviyên min hene. Ez ê li dijî te mezin bikim'.

Got, 'allah allah'.

Min jî got, 'Ez ê hê jî bînim dinyayê'.

Riza biribûn Edeneyê. Me dan dû wî. Ew çûn heta Sînopê. Sînorê Sowyetan... Li wê derê li ser destûra dozger min Riza dît. Dema min e dît, ez giriyam. Riza ji min re got, 'Eger tu yê bigirî neyê cem min'. Got, 'Tu çawa hat vê derê? Te ev der çawa dît?' Min jî dilê xwe nîşanî wî da û min jê re got, 'Ev der nasekine, ev der. Yê te tineye ku tu bi vê zanibe'.

Me qatekî kincan ji Kemal Pîr û Riza re bir. Nedan Kemal Pîr. Gardiyanan kinc parçe parçe kirin. Derketim derve, 3-4 kesên nas nakim hebûn. Hatin cem min, gotin 'Tu ji ku ye?' Gotin 'Em dayik, bav û xwişka Kemal Pîr in'. Min jî ji wan re got, 'Hûn heta niha li ku bûn? We negotin, gelo ev kurê me winda bûye? Mirovekî weke Kemal Pîr'. Ez giriyam, ew jî giriyan. Piştre çûn, ew dîtin.

ŞÊLANDINA BANKAYÊ YA DAYIKA HATÎCE

Rojekê çûm hevdîtinê. Gardiyanan gotin, 'ya sedî tê'. Keça min pere ji min re dişand. Min jî belav dikir. Hevserê min tiştek nedida min.

Gardiyanan gotin, 'Xaltîkê tu vî pereyî ji ku tîne'.

Min jî ji wan re got, 'Hûn nizanin? We rojname nexwendin?'

Gotin 'na'.

Min jî got, 'Min banka şeland'.

Gotin 'Kîjan banka?'

Min jî got, 'Bankayek. Rojnameyan jî ragihandin'.

Gotin, 'Ev jin henekê xwe bi me dike'.

Nedihiştin ez Riza bibînim. Bi zorê diçûm. Ez carekê çûm, lê Riza lê nebû. Min pirsî bê Riza li ku ye. Gotin, 'Riza birin Edeneyê'.

Riza piştre birin Dîlokê ji bo îşkenceyê lê bikin. 10 mehan îşkence lê kirin. Ez 10 mehan li otelê mam. Nûrhayat wê çaxê hê biçûk bû, li cem min dima. Xwediyê otelê Kurd bû. Agahî dida min. Me bi polîsekî re li hev kir, polîs ji Kayseriyê bû. Tiştên li girtîgehê diqewimî ji me re digot. Li pêşberî min qereqol danîn. Xwediyê otelê hat got, 'li pêşberî te qereqol çêkirine, hay ji xw ehebe. Bila kes neyê'. Min jî got, 'Kes nayê, me li derve polîs didît'. Pereyê min qediya. Min pere dida xwediyê otelê, pere dida polîs û bi vî rengî pere qediya. Ji neçarî vegeriyam Enqereyê. Cîraneke me ya ji Sêwasê hebû. Min jê pere xwest. Jinikê bazinê xwe firot û pere da. Ez wê xêra wê qet ji bîr nakim.

Di rojnameyan de nivîsandin 'Riza Altûn hatiye kuştin'. Ez çûm Dîlokê. Her kes ji ser hişê xw eçûye. Min got, 'Eger miribe yek miriye, çima hûn hemû ji ser hişê xwe çûne'. Min bi destê keça biçûk girt û çûm. Me leşkerî dît.

Min ji wan re got, 'We kurê min kuştine. Mirî be cenazeyê wî, sax be wî dixwazim'.

Gotin, 'Xaltîkê kurê te sax e. Wê wî bibin Amedê'.

Min jî got, 'Kîjan rojê'.

Gotin, 'Em nikarin ji te re bêjin. Eger PKK pê bihese wê şer derkeve'.

Min got, '5 deqeyan destûrê bidin ez pê re baxivim'.

Gotin, 'Na, ditirsim. Wê ceza li me bibirin'.

Piştî ku nehiştin wî bibînim vegeriyam Enqereyê.

Di dema veguhastina Amedê de leşkeran ji Riza re gotine 'Ji wesayitê peya bibe, hinekî hewa bigire'. Riza jî gotiye 'Pêwîstiya min bi hewayê nîne'. Polîs ji min re got, 'Kurê te gelekî jîr e'. Min jî jê re got, 'We yê ew bikuşta?' Got 'Ne ez, lê belê yê ew bikuşta hebûn'.

Çûma Amedê, herkes dihat hevdîtinê, lê Riza tine bû. Hefteyekê li wir mam. Herî dawî Riza derxistin hevdîtinê. Gardiyan ketibûn bin çengê wî, ew bi erdê re kaş kirin û anîn. Min jê pirsî 'tu çawaye?' Leşker li cem wî bû. Got 'ez baş im dayê, baş im'. Kêfxweş bûbûm ji ber ku sax bû.

KENAN EVREN BERSIVÊ DIDE DAYIKÊ

Em vegeriyan Enqereyê û me sê daxwazname nivîsand. Ji Kenan Evren, Tûrgût Ozal û fermandar e. Kenan Evren bersiv da min. Got, 'Me doktor şand ji kurê te re '. Ki yê bawer bike ku Kenan Evren doktor bişîne.

Ez dîsa bi rê ketim. Vê carê Riza li ser piyan bû.

Got, 'Dayê binere destên min vebû'.

Min got, 'Min ji Kenan Evren re daxwazname nivîsand'.

Got, 'Ez baş bûme. Doktor li min dinere'.

Min jî jê re got, 'Tu keda min nabîne, tu dibêje doktor. Min te du caran afirand'.

PAYTEXTA ME EV DER E'

Agahiya Haydar ji me re hat. Gotin, 'Haydar winda ye'. Çûm Amedê. Bi Leyla Zana re em mijûl bûn. Me tiştek bi dest nexist. Çûn cme walî. Ji me re got, 'Kurê we di destê we de ye. Sax ya jî mirî, radestî me bike'. Kozakçioglû yê kûçik got, 'Agahiya me jê nîne. Eger agahiya me jê çêbibe, em ê ji we re bêjin'. Min ji rojnamevan re got, 'Te wêneyê wî weşandiye, ew bi xw eli ku ye?' Got, 'Ez ne mecbûr im agahiyê bidim te'. Em çûn cem dozger. Dozger got, 'Kurê te di destê me de nîne. Te çima li Enqereyê serlêdan nekir, lê li vir dike?' Min jî got, 'Ev der payexta me ye, ne Enqere'. Mêrik rabû, cixare xiste devê xwe, bi hêrs bû û ji ber xwe ve axivî.

DAYIK MECLÎSÊ DAGIR DIKE

3 mehan li Enqereyê ez di girtîgehê de mam. Bi gotina 'Eger em Ozal nebînin, em naçin' me Meclîs dagir kir. Giliyê me li gel dozger kirin. Em birin, Karasû, bav û dayika wî hebûn. Dest bi lêpirsîna bavê Karasû kirin. Piştre ez birin. Gotin, 'We avêtine ser meclîsê'. Min jî got, 'Me navêt ser, me pirs pirsî, daxwaz kir'. Gotin, 'Rêberê we kî ye?' Min got, 'Rêberê me em bi xwe ne'. Min got, 'Yanî hûn dixwazin ez mikur bêm, navekî bidim, bi vî rengî rizgar bibim. Ez nav nadim. Rêber ez im'. Hêrs bû. Got, 'Vê bibin girtîgehê'.

TE LI GIRTÎGEHÊ AXATÎ KIRIYE

Keç gelek bûn. Wê çaxê kêf kêfa me bû. Piştî ku ji girtîgehê derketim, çûm cem Riza. Got, 'Dayê te li girtîgehê çi kir?' Min jî got, 'Em rûdiniştin, Em du jinên extiyar bûn. Em radizan, keçan ji me re xwarina made dikir'. Wî jî got, 'Xuya ye te axatî kiriye'. Min jî got, 'Hevalno ev Riza çi karî dike? Firaxan dişo?' Gotin 'Na'. Min jî ji wan re got, 'Eger hûn ji niha û pê ve bi wî firaxan nedin şuştin, hûn zanin'. Piştre firax bi wî dane şuştin, xwarin dane çêkirin. Navbera min û Riza her tim bi vî rengî bû.

Riza piştî ku ji girtîgehê derket, zêde nema. Hefteyekê ma ya jî nema. Jİ ber ku ew îxbar kirin. Polîsan gotin, 'Riza hatiye dîsa nivîs li ser dîwaran nivîsî ye'. Şêniyên taxê digirin dibin, ji wan dipirsin ku Riza li ku ye. Ew jî dibêjin 'Em wî nas nakin'. Karasû jî derketibû. Soz dane hev, bi hev re diçin sînemayê. Ji deriyê paşê yê sînameyê derdikevin derve. Polîs ji bo wan bigire, li ber derî disekinin. Wesayit amade kirine, yekser diçin ser sînor. Li ser sînor jî heval wan pêşwazî dikin û dibin. Li wir şer dedikeve. Bi wî rengî ji wir rizgar dibin. Çû Sûriyeyê. Telefon vekir. Got, 'Dayê filan bêvan jî bişîne bila bê'. Min jî şand.

Ji bo azadiya Serok wê gel bibe yek. Azadî ew e. Apoyiyan bersiv da daxwazên di dilê me de. Karê xwe xwşe kirin, rast kirin. Ew bes e ji bo min. Mirovên saxlem ji me re lazim e. Me gelekî kişand. Lê bi dilxwazî me kişand. Em Hê jî dikin. Dema hevalek tê mala me, mala me dibe mîna bihuştê. Dema heval nayên, ez xemgîn dibim."