Jinên HDP’yî çûn serdana konê sersaxiyê
Jinên HDP’yî, çûn serdana konê sersaxiyê yê malbata Mizgîn Akdogan a ku li Erzînganê jiyana xwe ji dest dabû.
Jinên HDP’yî, çûn serdana konê sersaxiyê yê malbata Mizgîn Akdogan a ku li Erzînganê jiyana xwe ji dest dabû.
Hevseroka HDP’ê ya bajêr Guler Erat û rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên jin, çûn serdana konê sersaxiyê yê malbata gerîlaya YJA-Star Mizgîn Akdogan a li Erzînganê jiyana xwe ji dest dabû. Heyeta HDP’ê li Taxa Vatan a Dîlokê sersaxî ji malbatê re xwest.
Gerîla Mizgîn Akdogan (23) li Erzînganê di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da.
Dayika Mizgîn Naze Akdogan jî wiha got: “Dema ku me bihîst ku Mizgîna min jiyana xwe ji dest daye, li hemû kolanên li pêşiya mala me wesayîtên zirxî kom bibûn. Xwestin em bitirsînin. Lê bila baş bizanin ku ev nikran me bişkînin. Mizgîn şervaneke ya têkoşînê ya birûmet bû.” Cenazeyê Mizgîn a ku ji aliyê malbatê ve hate girtin li Goristan Yeşîlkentê hate definkirin.