Li Adîgey jinên Kurd tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
Jinên Kurd ên li Adîgeyê dijîn bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.
Jinên Kurd ên li Adîgeyê dijîn bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.
Jinên Kurd ên li Komara Xweser a Adîgey a girêdayî Federasyona Rûsya dijîn, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke çapemeniyê ve şermezar kirin. Daxuyaniya ku li pêşiya avahiya Mala Kurda hat dayin de, gelek jin amadebûn.
Çalakiya ku ji hêla Organizasyona Jinên Kurd ên Adîgey-Bêrîtan ve hat rêxistinkirin, li ser navê jinan Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Komara Xweser a Adigey Sînem Biroyê axivî û got: "Ev demeke dirêje bi Serok Apo re hevdîtin nayên kirin. Em ser navê Organizasyona Jinên Kurd ên Adîgey-Bêrîtan dewleta Tirk şermezar dikin. Her wiha em bang li hemû hêzên navnetewî jî dikin ku li hember vê siyaseta dewlata Tirk ya înkar û tinekirinê bêhelwest neminin û ji bo bi lezgîn ev tecrîd li ser Rêberê me rabe bikevin nava hewildanan.”
Çalakiya Şermezarkirinê bidirûşmên “Bijî Serok Apo”û“Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.